• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Tirkiyeyê nexweşiya AIDSê 4 qat zêde bûye

Gulan Media November 30, 2023 Civakî
Li Tirkiyeyê nexweşiya AIDSê 4 qat zêde bûye

 Serokê Koma Xebata Venerolojiyê ya Komeleya Dermatolojiya Tirk ragihand ku li Tirkiyeyê nexweşiya AIDSê 4 qat zêde bûye.

Serokê Koma Xebata Venerolojiyê ya Komeleya Dermatolojiya Tirk Prof. Dr. Osman Kose ji bo 1ê Kanûna Pêşînê Roja Cîhanî ya AIDSê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokê Koma Xebata Venerolojiyê ya Komeleya Dermatolojiya Tirk Prof. Dr. Osman Kose got:

“Di 6 salên dawî de AIDS 4 qat zêde bû. Herî zêde kesên di navbera 25-35 salî de bi AIDSê dikevin û eger tedbîr neyên wergirtin dê heta sala 2030ê ji sedî 113 zêde bibe.

Hejmara giştî dê bigihêje 75 hezar kesan. Di encamê de dê ji bo tenduristiya civakê bibe gefeke mezin.”

Osman Kose bangî welatiyan kir ku dema birînên wan sax nebin û bi nexweşiyên çerm bikevin bila yekser serdana dermatologan bikin û pişkinînên pêwîst bikin.

Li gorî amarên fermî yên ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê dawiya sala 2021ê belav kirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 32 hezar û 376 nexweşên AIDSê hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê amarên sala 2022yan belav nekirin.

 

 

Rudaw

Top