• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Efrînê demsala çinîna berhema kakiyê dest pê kir

Gulan Media November 19, 2023 Corane
Li Efrînê demsala çinîna berhema kakiyê dest pê kir

 Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê demsala çinîna berhema kakiyê dest pê kir.

Cotkarên herêma Efrînê dest bi çinîna berhemên kakiyê ku li herêmê menga û xurmalo jî jê re tê gotin kirine.

Çandiniya vê darmêweyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê karekî nû ye û cihê wê yê resen Japonya ye.

Darên vê mêweyê bi şêweyekî taybet li gundên li ser qeraxên çemê Efrînê li navçeya Cûmê li başûrê bajêr hatine çandin.

Cotkarên herêmê ji bo şandina bazarê wan ji hev vediqetînin.

Kakî li gorî cor û kalîteya wan ji hev tên veqetandin û di nava sebetan de tên nijinandin da ku ji bazaran re bêne şandin.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji cotkarên navçeyê wergirtine, nêzîkî hezar û 500 darên kakî li gundê Kurzêlê, hezar dar li gundê Basûtê û hezar jî li gundê Bircê hene.

Hejmarek darên kakiyan li gundên Eyndarê, Xezêwiyê û çend gundên din jî hene.

Li gundê Kurzêla Cûmê malbatata Mehmûd Salih Remo bi biçûk û mezinên xwe mijûlî çinîna berhemên xwe ne.

Lê gazina cotkar Mehmûd Salih Remo ji bihabûna lêçûnê û erzaniya bihayê berhemê heye.

Pirsgirêka herî mezin li pêş cotkarên herêmê cudahiya di navbera lêçûna biha û firotina erzan a berhemên wan de ye.

Lê cotkarên herêma Efrînê ku çandiniya darmêweyan û hezkirina berhemên xwecihî kultûra wan a dîrokî ye, tevî hemû zehmetiyan zeviyên xwe beyar nahêlin.

Ew cotkar li tenişt darzeytûn û darhinaran ku wekî sembola herêmê ne, bi darmêweyên nû kultûra xwe ya çandiniyê dewlemend dikin.

 

Rudaw

Top