Muzîka Seyitxan Sevînç bo wî û guhdarên wî weke terapiyê ye
Di wextekî nêz de Seyitxan albumekê jî deranî ku navê wê “Bîr” e. Bi hunermendê hêja re sendroma Tûret heye. Her çiqas ji ber vê nexweşînê di civakê de ew rastî hin astengiyan hatibe jî wî ticarî dev ji karê xwe bernedaye û xwe bi paş ve nekişandiye. Muzîka wî jî di vê qadê de tim alîkariya wî kiriye. Wisa ku dema ew muzîka xwe pêk tîne nexweşîna xwe ji bîr dike û mirov dibêje qêy ev nexweşîn ji xwe qet bi wîre nîne. Ango muzîk dermanê wî ye. Karê wî yê muzîkê ne tenê ji bo wî lê belê ji bo guhdarvanên wî jî weke terapiyê ye.
Seyîtxan Sevîn ji Rûdawê re wiha behsa xwe û karê xwe kir: “Ez Seyitxan. 27 salî me. Ji bajarê Sêrtê me. Ev 10 sal e ku ez karê muzîkê dikim. Û sendromeke min ya taybet heye. Jê re dibêjin sendroma Tûret. Weke ku hun jî dibînin tevgerên fîzîkî û bideng rû didin. Ev sendromeke wisa ye û norolojîk e. Ev yek ji dayikbûnê destpêdike û heta dawiya jiyanê berdewam dike. Ya rast ji ber vê sendromê min xwest ku ez li ser karê muzîkê bisekinim. Ji ber ku ev sendrom ji hêla civakî de ji min re zêde zêde pirsgirêkan derdixîne.
Xelk dibêje qêy ez dînim. Ji wan ve ye ku ez serxweşim. Xelk dibêje qêy pirsgirêkên min yên derûnî hene. Û ji ber vê min lêdanê jî xwariye. Ji ber vê sendromê etîketên gelekî qirêjî bi min vekirin. Di bas û seyare û balafiran de û di cihên bêdeng de ji xwe ez her mirovekî din im. Ji ber wê, ji xwe min hez ji muzîkê dikir û ji piçûkantiyê de armanca min ew bû ku ez muzîkê bikim lê ne weke karekî. Min digot ezê weke hobiyekê pê re eleqedar bibim. Lê piştî demekê dema ez mezin bûm û pirsgirêkên civakî jî zêde bûn min dît dema ez muzîkê dikim ev nêrînên qirêjî diguherin mixabin, xwezî ne bi muzîkê bûya lê wê demê min got rêya min ev e.”
Muzîk ji bo wî ne weke hobî ye, ew wê weke karê xwe yê sereke dibîne. Ango muzîka xwe bi awayekî profesyonel pêk tîne. Karê albuma xwe jî serbixwe pêk aniye. Di albuma wî ya binavê Bîr de 8 stran hene ku her yek bingeha xwe ji çanda Kurdî digre. Di albumê de hin berhem yên wî bixwe ne ku gotin û muzîka wan wî bixwe çêkiriye.
Seyitxan di nava civakê de ji ber sendroma Tûret rastî hin astengiyan tê mixabin. Asas ev nexweşîn di nava civakê de zêde nayê nasîn. Ji ber wê jî kes hin caran bertek nîşanî wî didin lê ew ti carî ji ber van pirsgirêkan ji karê xwe sar nebûye. Ew û kesên bi heman sendromê li ser medyaya civakî ji bo nasandina vê nexweşînê çalakiyan pêk tînin. Her çawa be jî ti tişt nekariye rê li ber hezkirina wî ya muzîka wî bigre.
Seyîtxan Sevînç herwiha got: “Birastî min ne bi Kurdî dest bi muzîkê kir. Min bi Tirkî destpêkir. Bi qestî min bi Tirkî destpê kir. Ji ber dema min li Eskîşehirê dixwend Kurd lê hindik bûn û ciyê ti karibî muzîka Kurdî bikî kêm bûn. Derfeta ku meriv bikaribe jiyana xwe bidomîne tunebû. Lewma min got heta astekê ezê muzîka Tirkî pêk bînim. Ango heta ku ez karibim ji xwe re karekî bikim û xwe xwedî bikim. Ji ber van xalan min bi muzîka Tirkî destpêkir lê ew ne bi dilê min bû. Dilê min li ser zimanê min bû. Zimanê min yê zikmakî ango. Ji xwe dê û bavê min bi Tirkî nizanin. Zimanê ku bi hezaran salin diya min, bav û bapîr û kalên min diaxifin Kurdî ye û ez jî yekem car bi wî zimanî axifî me. Ez 8 salî bûm dema hînî Tirkî bûm. Ez xwe aîdê zimanê Tirkî nabînim. Ez muzîka Kurdî dikim, muzîka xwe dikim. Wêgavê ez dizanim ku min karekî hunerî kiriye. Û ez hêzê jî ji vê yekê digrim. Ev zimanê dayika min e, zimanê gel û welatê min e. Ji ber vê heya ez sax bim, heya dawiya jiyana xwe ez dixwazim li ser muzîka Kurdî xebata xwe bikim.”
Seyitxan Sevînç muzîkjenekî pirhêl e. Tevî muzîkê ew bi helbest û karê kêşana wêneyan ve jî mijûl e. Helbestan dinivîsîne û wêneyan dikşîne. Wêneyên ku wî bixwe kişandiye ewqasî hatine ecibandin ku National Geographic hin ji wan li ser kovara xwe weşandiye.
Tevî stranên wî ku ji çand u kultura wî pêk tên Seyitxan Sevinç dike ku kesên le guhdarî bikin sermest bibin. Di muzîka Kurdî de ew ya kevn û nû tevlîhev dike û ew di navbera pêşeroj û paşerojê de dibe mîna pirekê.
Rudaw