Li Batmanê akademiya sînemayê hat vekirin
![Li Batmanê akademiya sînemayê hat vekirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/84f19b20fb15a483837307dbe4701323_L.jpg )
Duhî li bajarê Batmanê, akademiya sînemayê hat vekirin.
Di qonaxa yekem de 21 şagird hatine wergirtin. Ew ji bo ku hînî fîlmkêşan û wênegiriyê bibin, beşdarî kursan dibin.
Wekî din li atolyeya sînemayê dersên girafîk, montaj û hunandina fîlman jî tê dayîn.
Kursa yekem dê 6 mehan bidome. Şagirdên ku beşdar bûne, him bi piratîkî him jî bi teorîk tên perwerdekirin.
Basnews