• Monday, 06 May 2024
logo

Lîstika ‘Bêrû’ li Rihayê jî hat qedexekirin

Gulan Media November 14, 2020 Hunerî
Lîstika ‘Bêrû’ li Rihayê jî hat qedexekirin
Lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” ku bo Kurdî hatiye wergerandin, li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê jî hat qedexekirin. Derhênerê vê lîstikê derbarê biryara qedexekirinê de dibêje, “ev lîstikeke cîhanî ye û ne ya propagandayê ye û ev 3 sal e em dilîzin, lê îsal rê bi lîstika me nadin û em jî nizanin çima!”

Baroya Rihaê berî niha aşkere kiribû ku roja Şemî, 14.11.2020, demjimêr 14.00 lîstika şanoyê Bêrû dê li hola konferansê ya Tahîr Elçî bê lîstin û danasîna wê hatibû kirin.

Lêbelê Baroya Rihayê îro, 13.11.2020, li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir bi biryara Parêzgeriya Rihaya nîşandana “Bêrû” li Riha û û tevahiya navçeyên wê hatiye qedexekirin.

Ew lîstika şanoyê ji aliyê nivîskarê Îtalî Darîo Fo ve di sala 1978an de hatiye nivîsandin û ji wê demê ve bo gelek zimanan hatiye wergerandin û hatiye listin, lê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rê bi vê lîstika cîhanî ya bi zimanê Kurdî nayê dayîn.

Derhênerê lîstika “Bêrû” Nazmî Karaman derbarê sedemên qedexekirina wê lîstikê de ji Rûdawê re axivî û got, ew jî matmayî ne ka çima ev lîstika şanoyê ya cîhanî tê qedexekirin.

Nazmî Karaman dibêje, “Sibe biryar bû lîstika me li Rihayê hatiba lîstin, lê em hatin agahdarkirin ku ew lîstik hatiye qedexekirin. Sedema wê jî em jî nizanin, lê berî niha qeymeqamiya Gazîosmanpaşa li Stenbolê ev lîstik qedexe kiribû û lêpirsîn berdewam e, dibe ji ber vê yekê li Rihayê jî rê pê nehatibe dayîn.”

Lîstika ê ‘Bêrû’ ku ji alî Dilawer Zeraq bo Kurdî hatiye vegerandin, ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve ev çend sal e tê nimayîşkirin û heta niha li 100 welatan hatiye nimayîşkirin.

Derhênerê “Bêrû`yê dibêje, “Em dê daxuyaniyeke berfireh li ser qedexekirina vê lîstika bi Kurdî, belav bikin, ev lîstikeke cîhanî ye û ne ya propagandayê ye û ev 3 sal e em dilîzin, lê dema li cihekî qedexe kirin li cihên din jî qedexe dikin.”

Li ser sedema qedexekirina vê lîstikê Karaman dibêje, “Haya me jî jê tune sedem çi ye, çima vê biryarê didin, em jî matmayî ne, bo dema 3 salan hat lîstin lê rastî qedexeyekê nehat, niha tê qedexekirin û em jî nizanin çima qedexe dikin?!”

Herwiha Nazmî Karaman diyar dike, “Em jî xemgînin li hember vê rewşê, di vê qonaxa pandemiyê de zêde derfetên me jî nînin, ev lîstik me amade kiribû û em dixwazin pêşkêş bikin û bigihe xelkê lê rê bi wê yekê jî nadin. Em li ti derekê organîzasyonekê çê bikin, ew qedexe dikin. Em dê hewl bidin sedema biryara qedexekirina lîstika xwe bizanin.”

Herî dawîn Şaredariya Stenbolê di çarçoveya piştevaniya şanoyên taybet de saloneke xwe bo nimayîşa wê lîstikê terxan kiribû. Ew di dîroka şaredariyê de jî yekem gav bû bo Kurdî. Lê Qeymaqamiya Gazîosmanpaşa, nimayîş qedexe kiribû.

Rudaw
Top