• Monday, 06 May 2024
logo

Amûra gelekî sade lê bi dengê xwe bêhempa: Diddley Bow

Gulan Media November 9, 2020 Hunerî
Amûra gelekî sade lê bi dengê xwe bêhempa: Diddley Bow
Muzîkjen Gokhan Mert amûra muzikê ya bi eslê xwe Amerîkî Diddley Bow li kargeha xwe û bi zanîn û hostetiya xwe çêdike.

Li amûreke muzîkê bifikirin ku ew gelekî sade be lê bi dengê xwe yê bêhempa we bixe bin bandora xwe û we sermest bike. Amûra Diddley Bow esas li Amerîkayê tê çêkirin û amûreke sade ye û bi tenê têlek li ser wê heye. Ew serê pêşî di mûzîka blues de hatiye bikaranîn û li ber amûreke rojavayê Afrîka hatiye çêkirin.

Li Amerîka jî weke pêlîstokeke zarokan derketiye holê lê her ku wext di ser de derbas bûye ew bipêş ketiye û hatiye halê amûreke profesyonel. Ji ber ku ew ne enstrumaneke zêde tevlîhevî ye ew di malan an di atolyeyan de jî bi hêsanî dikare were çêkirin. Ew li pîşegehan nayê çêkirin. Hin muzîkjen ew li kargehên xwe bi saya zanîn û hostetiya xwe çêdikin. Gokhan jî li Stenbolê dijî û ew bi xwe jî muzîkjenek e. Li kargeha xwe ya piçûk ew vê amûra ji derveyî rêzê çêdike.

Muzîkjen û hostayê amûra Diddley Bow Gokhan Mert diyar kir ku ev demeke dirêj e ku ew vî karî dike û wiha behsa ka wî çawa dest bi çêkirina vê amûrê kiriye kir: “Dikarim bibêjim ku dema ez zarok bûm min ji muzîkê gelekî hez dikir. Li mala me sazek hebû û min pê dileyist. Dûvre ez bi vî karî ve mijûl bûm. Heta bûm 20 salî ez li ber destê hosteyan çûm û hatim. Ez dixwazim her tim amûrên hêsan û sade çêbikim. Ango bila di dest de bihêsanî bê girtin û bihêsanî here û were. Naxwazim ku yên wisa binavûdeng bin. Bila amûrek be ku birihetî mirov karibe lêbide. Ji xwe ev jî sazeke zahf hêsan e. Li ser destikê darîn tevî têlekê tê ava kirin. Û bi saya magnetekê dengê têlê tê girtin. Jêderka van amûran ji xwe Amerîka ye. Di dema şerê navxweyî de ti amûrên muzîkê peyda nekirine lewma tiştekî wisa afirandine. Tê de têlek heye û bi vî hawî ew muzîkeke rengîn derdixîne. Dema hun tiştekî hişk li ser têla wê bigerînin deng jê derdikeve.”

Hunermend Gokhan Mert dema wê enstrumanê çêdike bala xwe bi tevahî dide ser karê xwe. Li ser wê bi hurgilî kar dike û ji bo ti kêmasiyeke wê nebe bênavber kar dike û çi ji destê wî bê texsîr nake. Ew yek ji kêm kesan e ku vî karê hêja dike. Ji ber zêde kes nînin ku vê amûrê çêbikin. Lewma ew dema karê xwe çêdike naxwaze kêmasiyeke wê hebe. Di dawiyê de ew heqê keda xwe distîne û ev amûra bêhempa derdikeve holê. Mert tîne zimên ku gelek kes bi vê enstrumanê dest bi muzîkê dikin. Dibêje bi taybetî jî xort û ciwan nêzîkbûneke germ nîşanî vê amûrê dikin.

Gokhan Mert herwiha got: “Têleke wê heye ku di valahiyê de deng derdixîne. Navberên wan hun dikarin li gor xwe rêz bikin. Hun dikarin li gor wan navberan lê bixin. Li gor xwe jî hun dikarin meqamên nû çêbikin. Weke gîtarê ye lê ji ber ku awayê lêxistina wê jê cuda ye hun dikarin jê hin tiştên nû biafirînin. Ji ber ku lêxistina wê hêsan e ez dixwazim amûrên bi vî rengî çêbikim.”

Mert da zanîn ku zarok bertekên gelekî erênî nîşanî vê amûrê didin û wiha pê de çû: “Ji ber ku bikaranîna wê hêsan e zû fêrî wê dibin. Dengê wê jî xurt e. Zarok pir jê hez dikin. Ev amûr di serê wan de nexşeyeke muzîkê çêdike. Tevahiha dengan li gor navberên fîzîkî dor bi dor derdikevin. Ango dema zarok wan navberên muzîkê di hişê xwe de qeyd dike di dawiyê de dikare jê encamên delal derbixîne.

Diddley Bow li ser qerqoteke darîn bi têleke yek ta tê çêkirin. Bi dengên xwe yên dewlemend ku derdixîne ew dike mirov pê şa û sermest bibe. Hem bi dengê ku jê derdikeve û hem jî bi şêweya xuyakirina wê mriov dibêje qêy ew ne ji vê dinyayê ye û ew amûreke gerdûnî ye.

Rudaw
Top