• Monday, 06 May 2024
logo

Nîgarkêş Nûrettîn Çakmak bi teknîkeke nû tabloyan çê dike

Gulan Media November 7, 2020 Hunerî
Nîgarkêş Nûrettîn Çakmak bi teknîkeke nû tabloyan çê dike
Nîgarkêş Nûrettîn Çakmak ji Mêrdînê ye. Sala 2002an li Zaningeha Dîcle ya Amedê beşa Hunerên Ciwan qedandî ye û 18 sal in li Mêrdînê di atolye ya xwe de tabloyan çê dike.

Taybetmendîya tabloyên vî nîgarkêş ew e ku ji tabloyên hemû nîgarkêşan cûda ne, lewra ew di şûna boyaxê de ji bo çêkirina tabloyan qîr û ziftê bikartîne ev jî teknîkek gelek nû ye.

Ev nîgarkêşê Kurd heta niha zêdetirî 1000 tablo çêkirîyê li bajarên cûda cûda yên Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê pêşangeh vekirî ne. Nîgarkêş Nûrettin Çakmak portreyên kesên naskirî û herwiha yên şûnwarên qedîm yên Mêrdînê çêdike.

Ev ê ku li sikakên Mêrdinê yên dîrokî de bi lez û bez dimeşe Nîgarkêş Nûrettîn Çakmaq e. Ev rêwîtîya wî ya di kolanên kevnar de rêwîtîya ber bi Navenda Hunerê ya Mêrdînê ve ye.

Nîgarkêş Nûrettîn Çakmak ji Mêrdînê ji gundê Qewsê ye. Sala 2002an li Zaningeha Dîcle ya Amedê beşa Hunerên Ciwan qedandî ye, ev 18 sal e li Mêrdînê bi teknîka qîr û zifte çîrokên dîrokî yên kes û şûnwaran bi firçeya xwe xêz dike û bi vî awayî dîrokek nû li ser bermahîyên pêşerojê dixe û ji nû ve tîne pêşçav.

Nîgarkêş Nûrettîn Çakmak dibêje, “Ev teknîk teknîkek nû ye. Min ewilî li ser paçik wêne çekir min dît weke avê zift belav dibe paşê min got ez dê li ser tiştek hişk bişixulim min li ser textik destpe kir. Hedî hedî min dît tiştek nû derdikeve. Çêkirina portreyên îxtîyaran bi zifte gelek xweş dibe.Merif dibê qey suretê Emo Behê ji tabloye firya ye. Ji ber wî jî ev teknîk ji bo cihe kevnar pir pir baş e. Salane 10-15 kes tên cem min 2 meh 3 meh dimînin hînî vî teknîke dibin paşe diçin li atolyeyen xwe çedikin.”

Rêhevala nîgarkêşê Kurd Nûrettîn Çakmak Agrîn jî ji Amûda Rojava ye. Ji heyamê ku biryara zewacê dane heta evroj ew jî ji vê hunera hevserê xwe bêpar nemaye û li heman atolyeyê tabloyan çê dike.

Agrîn Çakmak dibêje, “Min ev zift hew li cem Nûrettîn dît, min li cîhek din nedîti bû. Yanî ev teknîka wî ye. Zifte zirav dike ev jî rengek kevnarî dide tabloye.Resim di esasa xwe de bi reng in. Ka îja zift çawa bû, yanî te ji tiştek çawa tablo derxist. Yanî ji tiştek nexweş, tiştek xweş derdikeve.”

Nûrettin Çakmak bi vê teknîka ne ji rêzê zêdetirî 1000 çîrokî li ser tualê bi ziftê nexş kirîye. Nîştecîhên Mêrdînê hunerhez û herwiha geştîyar jî eleqeyek mezin û germ nîşanî vê hunerê dikin.

Xwendekara bi navê Dinya Çakmak dibêje, “Yanî ewil care ez tiştek wiha li Merdîne dibinim. Min gelek eciband.”

Geştyarê bi navê Xelîl Îlhan jî diyar dike “Ez li nav sikakên Mêrdinê digeriyam. Min cihek wiha dît min li van xebatan niherî min dît ku tişten zehf xweşik in. Min ji hunermend pirsî min got ev çi ne? got ez van ji ziftê çê dikim. Bi min ecêb hat dawî min le nihêrî tiştên xweş in yanî.”

Geştyar Hîtap Îlhan jî dibêje, “Ev teknikek gelek gelek xweş e, gelek kêfa min jî jê re hat. Cara ewil e ku ez vê teknikê dibînim.”

Nîgarkêşê Kurd Nûrettîn Çakmak heta niha li Mêrdîn, Îzmir, Stenbol, Enqere û li Şama paytexta Sûrîyê pêşangeh vekirine, niha jî amadekariya pêşangehek li Bêrlîna Almanyaye dike. Ew çeverê ye ku pandemî biqede tabloyên xwe carek din bigihînê hunerhezan.

Rudaw
Top