• Tuesday, 07 May 2024
logo

Bekir Elî kitêba ‘Xud, Komelge û Dijekaniyan’ belav dike

Gulan Media November 3, 2020 Hunerî
Bekir Elî kitêba ‘Xud, Komelge û Dijekaniyan’ belav dike
Pirtûka “Xud, Komelge û Dijekaniyan – Zat, Civak û dijberên wan” berhemeke nû ya nivîskar û lêkolerê Kurd Bekir Elî ye. Ev berhem ji hêla Dezgeha Serdem a Çap û Weşanê ve derdikeve.

Kitêba nû ya Bekir Elî ji çend nivîsar, lêkolîn, diyalogên felsefî, estetîk û teorî pêk tê. Elî hewl dide bi rêya vê kitêba xwe ya nû cîhan û jiyana civaka Kurd û takekesên wê di bin çavan re derbas bike û ji xwînerên xwe re rave bike çi hêz in ku van herduyan hem dikin yek û hem kom dikin.

Derbarê kitêba xwe ya nû de, nivîser û lêkolînvanê Kurd Bekir Elî dibêje: “Kitêb awayekî zatî yê nivîsînê ye. Ez di vê berhema xwe de hewl didim li ser çend mijarên wicûdî, civakî, çandî, estetîk û konevanî di cîhana kurdî de rawestim.”

Elî axaftina xwe berdewam dike û dibêje: “Di aliyê teorî de, ez xwe dispêrim teoriya rexneyî û rexneya çandî. Di aliyê pratîk de jî, ez hewl didim wan teoriyan bînim nav metinên kurdî, herwiha bînim nav takekes û civaka kurdî. Merema min dîtina diyalekta takekes û komê ye, nemaze di kontekstên kurdî de. Lewma jî metinên kesên mîna Şêrko Bêkes, Bextiyar Elî û Ramyar Mehmûd bi herdu awayên teorî û pratîk tên lêkolînkirin.”

Naveroka Pirtûka “Xud, Komelge û Dijekaniyan – Zat, Civak û dijberên wan” a Bekir Elî ji van mijaran pêk tê: Civak û dijberê wê, zat û dijberê wê, êla vekirî û dijminên wê, kultûr û wêneya dijminên wê, xudgerî di nav yên din de, terorkirina atmosfera Helebceyê, sofîstên Kurd, felsefe û seksualîtî, Bajarê Muzîkvanên Spî û çend babetên din.

Bekir Elî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, ji destpêka serhildanê ve dest bi belavkirina nivîsên xwe kiriye û niha li Almanyayê dijî.

Berhemên Bekir Elî yên çapkirî:

Rûbera Cogito li ser hêlên felsefî, 1992.

Derridayê Misrî. Werger ji zimanê almanî, 2010.

Sloterdijk ji nêzîk ve. Cildê yekem bi beşdariya Îsmaîl Heme Emîn, 2015.

Sloterdijk ji nêzîk ve. Cildê Duyem: Wergera: Bekir Elî, 2015.

Xwedê, Ruh, Pere. Werger ji almanî, 2015.

Rudaw
Top