• Monday, 06 May 2024
logo

Helbestvan Celal Melekşa bi celta dil koça dawî kir

Gulan Media November 1, 2020 Hunerî
Helbestvan Celal Melekşa bi celta dil koça dawî kir
Helbestvanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa li bajarê Sineyê di 69 saliya xwe de bi celta dil koça dawî kir.

Nivîskar Simîn Çaycî ji Rûdawê re ragihand ku helbestvanê navdarê yê ji Sineya Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa îro Şemiyê 31ê Cotmeha 2020an bi celta ya dil jiyana xwe ji dest da.

Celal Melekşa di sala 1951ê de li gundê Melekşa yê ser bi bajarê Sineyê ve ji dayîk bûye û her li wê derê xwendina xwe kiriye û di destpêkê de bi zimanê farsî helbest û çîrokên xwe nivisandine.

Melekşa ji ber ku pênûsa wî bihêz bû û tevî ku yek pirtûka wî jî nehatibû çapkirin, lê dîsa karî bibe endamê “Kanûna Nivîskarên Îranê”.

Di wê heyamê de nivîskar û helbestvanên navdar ên Îranê weke Exwanî Sals, Ehmedî Şamlû, Celalî Elî Ehmed, Mehmûdî Timazde û Hoşeng Gulşirî endamên Kanûna Nivîskarên Îranê bûn.

Piştî sala 1979an Celalî Melekşa bi Kurdî berhemên edebî yên xwe nivisandine. Ew weke nivîskar û rojnamevan dibe bo heyama 15 salan dibe endamê Kovara Sirwe û zimanê Kurdî û edbiyata Kurdî pêş dixist.

Celalî Melekşa herwiha bo heyamekê li Hewlêrê jî di kovara Prişnigê de bi karê rojnamevaniyê ve mijûl bûye û li bajarê Sineyê ligel çend heftename û kovaran kar kiriye.

Nimûneyek ji helbestek Melekşa:

''gelo dibe ew roj bê?

Kawa yê kurê min

Çanteyê seferê bike li ser milê xwe

Delalên li ber garaja bajarê Sinê

hawar hawar bikin;

silêmanî.. silêmanî.. "

Rudaw
Top