• Sunday, 05 May 2024
logo

Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan hat belavkirin

Gulan Media August 26, 2020 Hunerî
Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan hat belavkirin
Nivîskar û helbestvanê Kurd Rênas Jiyan pirtûka xwe ya helbestan bi navê “Berfwerîn” belav kir.

Pirtûka helbestan Rênas Jiyan a “Berfwerîn” ji Weşanxaneya Belkî ku xwediyê weşanxaneyê we bixwe ye der çû.

Helbestvanê xelkê navçeya Qoserê ya Mêrdînê Rênas Jiyan heta niha 15 pirtûk belav kirine û “Berfwerîn” pencemîn pirtûka wî a ji helbestan pêktê ye.

Rênas Jiyan li ser hesabê xwe yên medyaya civakî, belavbûna pirtûka xwe bi vê helbestê ragihand:

“min taliyê jiyan ji bîr kir

mirov çawa dimeşiya li ser rêyên nigbirçî?

ev tu ji min re nabêjî mirin û jiyan kengî bûn berdêlî?

ma ne xwirîniyan destê te mastê miyan bû

ma ne êvaran komika sêwiyan xwe bi dawa te digirt

ev zeman kengî bû şeytanekî bitextik?

ax, keçik!”

mirov çawa dimeşiya li ser rêyên nigbirçî?
ev tu ji min re nabêjî mirin û jiyan kengî bûn berdêlî?
ma ne xwirîniyan destê te mastê miyan bû
ma ne êvaran komika sêwiyan xwe bi dawa te digirt
ev zeman kengî bû şeytanekî bitextik?
ax, keçik!

Rênas Jiyan, “Berfwerîn”, Helbest, 2020 pic.twitter.com/iRPJYQ5FIg

— Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) August 23, 2020
Jiyan Rênas sala 1974ê li navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Piştî zanîngeh qedand dest bi mamostetiyê kir. Di 1999'an de dîwana wî ya yekem Janya çap bû. Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî li Mêrdînê hate girtin.

Pirtûkên ku heta niha Rênas Jiyan nivîsandine wiha ne: Janya (helbest, Weşanên Doz, 1999), Mexzena Xwînê (helbest,Weşanên Belkî, 2003), Di Tuvaletê de (şano, Weşanên Belkî, 2006), Ji Şevê Re (cerribîn-rexne Weşanên Belkî, 2008), Çirûskîzm (teorî-felsefe Weşanên Belkî, 2012), Qertên Zimên - Dil Kartları Zimanzanî (Weşanên Belkî, 2012), Diêşiya (helbest Weşanên Belkî, 2013), Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardehderb (analîz, Weşanên Belkî, 2015), Spîtama (Roman, Weşanên Belkî, 2016), Ponîjîn (Roman, Weşanên Belkî, 2016), Dîn û Şîn (helbest, Weşanên Belkî, 2016), Bacanên Pelçiqî (roman, Weşanên Belkî), Stranên Sor Niviştên Mor, (roman, Weşanên Belkî, 2018), Bêhna Petêxan ji Hêsirên Min Tê (çîrok, Weşanên Belkî, 2019).

Rudaw
Top