• Sunday, 05 May 2024
logo

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê: Hinek di bin navê rojnamevaniyê de sîxuriyê dikin!

Gulan Media August 18, 2020 Hunerî
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê: Hinek di bin navê rojnamevaniyê de sîxuriyê dikin!
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dibêje, yên ku xwe xemxorê medyayê nîşan didin, ji her kesî zêdetir ziyan gihandine medyaya kurdî.

Di heyama çend rojên borî de, piştî ku pirojeqanûna rêkxistina xebatên medyaya elektironîk li Kurdistanê ket rojeva parlementoya Kurdistanê, beşek mezin ji medya û dezgehên medyayî li devera Silêmaniyê dest bi dijbertiya wê yekê kirin.

BasNewsê jî di raportekê de sebeba wê yekê dabû zanîn û ragihandibû, ewên ku dijberiya wê qanûnê dikin dixwazin rewş mîna xwe bimîne da ku bikaribin li ser êrişên xwe yên li dijî sembolên netewî û niştimanî berdewam bin.

Li ser vê mijarê, serokê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, Azad Hemed Emîn ji BasNewsê re got, ne pirofesyonelbûn di karên rojnamevaniyê de wisa kiriye ku rewş wiha lê were. Siyaset û partiyên siyasî jî medyayê bi kêfa xwe bikar tînin.

Azad Hemed Emîn her wiha got, yên ku xwe xemxorê medyayê nîşan bidin, ji her kesî zêdetir ziyan gihandine medyaya kurdî.

Serokê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê anî ziman ku hineke kes hene di bi navê rojnamevaniyê de pilanên dewletên derve bicîh tînin. Ev sîxurtî ye ne rojnamevanî. Beşek ji malper û dezgehên medyayî hatine avakirin lê nehatine tomarkirin. Xuya ye ev bo dijberiya destkeftên Kurdistanê hatine avakirin.

Basnews
Top