• Sunday, 05 May 2024
logo

Sîmir Rûdan: Li cem hunermendan motîvasyon kêm dibe

Sîmir Rûdan: Li cem hunermendan motîvasyon kêm dibe
Sîmir Rûdan ew muzîkjenek e ku xwe daye muzîka Kurdî. Tevî temenê xwe yê ciwan ew bi awayekî profesyonel karê muzîkê dike û bi albumên xwe yên bedew ew guhdarvanên xwe sermest dike.

Sîmir Rûdan bi eslê xwe ji Cizîrê ye û li Stenbolê karê mamostetiyê dike. Ji bilî karê mamostetiyê bi karê muzîkê ve jî mijûl e û tevî enstrumanên rojavayî ew rengekî cuda dide muzîka xwe. Ew şêweyeke nû dide muzîka nûjen ya Kurdî.

Sîmir dibêje ew ji bo demeke dirêj dixwaze di qada muzîkê de kar bike û berheman pêk bîne. Ji xwe di albumên xwe de jî vê yekê diyar dike.

Muzîkjenê Kurd Sîmir Rûdan ji Rûdawê re wiha behsa xwe dike: “Ez xelkê Cizîrê me. Li Cizîrê ez hatime dinê û mezin bûme. Ev 5 sal e ku li Stenbolê dijîm. Heta niha 2 albumên min ê muzîke hene. Albuma min ya pêşî bi navê Bi Çîrokî di sala 2013 an de derket. Albuma min a 2em jî bi navê Kevî berî 6 mehan derket ango beriya Koronayê. Ez herwiha li Stenbolê ji hêlekê de karê mamostetiyê jî dikim. Ez mamostê rêberiyê me. Li aliyê din jî ez karê xwe yê muzîkê didomînim. Bi piranî muzîk û gotinên xwe ez bixwe çêdikim. Gotin bigiştî bi Kurdî ne. Helbet ji aliyê şêwazê ve ez zêdetir şêwazên rojavayî bikar tînim.”

Muzîk û gotinên berhemên wî aîdê wî bi xwe ne û ew di vî warî de kesekî çalak û berhemdêr e. Ji bo stranên xwe yên bêhempa ew vîdeo klîban jî çêdike. Weke stranên wî klîbên wî jî nûjen û ji derveyî rêzê ne. Di vî warî de ew berhemên pêşeng pêk tîne weke ku ji bo klîbeke xwe vîdeo anîmasyon çêkiriye.

Li ser prisa “gelo tu wek hunermendekî Kurd ew rastî hin astengiyan tê an na?” Sîmir Rûdan wiha got: “Hin astengî ji aliyê ewê de heye. Em muzîkê çêdikin û divê hin qenalên me hebin. Hin rê û rêbazên me hebin ji bo ku em karibin xwe bigihînîn mirovan. Lê belê dikarim bêjim ku ew rê û rêbazên me jî kêm in û kêm jî dibin. Mixabin qenalên televizyonan jî piçekî kêm hene. Wekî din ji xwe dema ku pirsgirêkên polîtîk hebin zêde xwedîderketin çênabe ji bo karên hunerî. Afirandin jî kêm dibin. Ez wisa difikirim tişta herî girîng çareserkirina van xalan e. Tev bi hev ve girêdayî ne. Niha motîvasyon zaf kêm e. Ez bêjim li cem hunermendan û muzîkjenan motîvasyon kêm dibe. Ez bahsa muzîkê bikim, maliyeta karê muzîkê zaf e û ne hindik e. Ango ez ne bawerim ku muzîkjenekî Kurd bikaribe debara xwe bi muzîkê bike. Ev ne mumkun e.”

Ew hem bi dengê xwe yê xweş û hem jî bi stranên xwe yên ciwan ji niha de ketiye dilê guhdarvanên xwe. Bikaranîna amûrên rojava û rojhilat nîşaneya temenê muzîka wî ye ku dê ew dûvûdirêj be.

Rudaw
Top