• Sunday, 05 May 2024
logo

Darîn Zanyar: Ez hevzayendxwazim û pê şanazim

Darîn Zanyar: Ez hevzayendxwazim û pê şanazim
Hunermendê Kurd Darîn Zanyar ku li Swêdê dijî, îro bi fermî ragihand, ew kesekî hevzayendxwaz e û diyar kir, ku şanaziyê bi wê yekê dike.

Darîn Zanyar ku li Swêdê hunermendekî navdar e û çend xelatên muzîkê wergirtine, îro li ser instagrama xwe aşkere kir, ku kesekî hevzayendxwaz e.

Darîn dibêje, “demek dirêj derbas bû”, ku ew bikare bi aşkere behsa şûnasa xwe ya cinsî bike.

Darîn dibêje, “her kes divê serbilind be û xwe bi heman awayê ku heye qebûl bike. Ez dizanim çi qas zehmet e, demek derbas bû, lê ez hevzayendxwaz im.”

Di dawiya gotinên xwe de, wî hunermendê Kurd silavên xwe bo wan meşê şandiye ku salane li piraniya welatên cîhanê ji bo piştevaniya mafên hevzayendxwazan tên lidarxistin.

Darîn ji dayik û bavekî xelkê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û pêştir di sala 2015 de ji Rûdawê re gotibû, hez dike hevjîna wî Kurd be.

Rudaw
Top