Seydayê Tîrêj dildarê zimanê Kurdî û axa Kurdistanê bû
Xîreta neteweyî di dil û mêjiyê Tîrêj de di coş û kelecanê de bû. Wî hebûn û qîmeta xwe bi hebûn û qîmeta welatê xwe ve girê dida.
Tîrêj dildarê zimanê Kurdî û axa Kurdistanê bû. Welat li ba wî tişta herî pîroz bû di jiyanê de, lewma di helbestên xwe de cih dida av û çemên Kurdistanê biherikin, çiyayên bilind diyar bibin.
Bi geştên xeyalî li hemû parçeyên welat û bajar û bajarokên wî digeriya, bi êşên Kurdan re digiriya, bi kêfên wan re şa dibû, pesnê şehîd û canfidayên Kurdan dida.
Tîrêj can û mal û milkê xwe bi qurbana welatê xwe dikir. Digot bê hebûna welat, em jî nînin.
Axa Kurdistanê li ba wî mîna misk û emberê bû, ew herî zêde girêdayî ax û xwerista welatê xwe bû.
Di dîwana xwe ya duyem (Zozan) de, di helbesta li jêr navê (Ey Welat) de, Tîrêj wiha dibêje:
Ey welatim can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê te me
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîroka ser devê milet û komara te me
Ger ku Tîrêj im bi rastî bîr û baweryam ev e
Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê te me
Seydayê Tîrêj an Nayifê Heso sala 1923an ji dayik bû û sala 2002an koça dawî kir.
Rudaw