Hunermendê kurd Sabîr Kurdistanî bi vîrusa korona ket
Stranbêj Şaxewan Bekir ê hevalê wî hunermendî û agahdarê rewşa wî ya tenduristî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mamosta Sabîr Kurdistanî bi vîrusa korona ketiye û li nexwaşxaneyê hatiye razandin û di bin çavdêriya bijîşkî de ye, lê rewşa wî naha başe.’’
Sabîr Kurdistanî yek ji hunermendên bi ezmûn ê kurd e û xwedî gelek albûmên stranan û video klip e. Herwaha xwediyê gelek stranên nav û deng e.
Basnews