• Sunday, 05 May 2024
logo

Nivîskarê ji Efrînê Merwan Berekat 32 sal e xizmeta pirtûkxaneya Kurdî dike

Nivîskarê ji Efrînê Merwan Berekat 32 sal e xizmeta pirtûkxaneya Kurdî dike
Merwan Berekat yek ji nivîskar, zimanzan, dîrokzan û lêkolînvanên navdar ê Efrînê ye û bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse. Ew take nivîskar û dîrokzanê Kurd e ku heya niha li Efrînê dijî, 32 sal e xizmeta pirtûkxaneya Kurdî dike, 35 berhemên wî bi herdu zimanên Kurdî û Erebî di warê roman, cîrok û helbestan de hene ku 5 ji wan li ser şerê Efrînê ne.

Merwan Berekat di sala 1964 de li gundê Saxonakê li devera Çiyayê Lîlonê ji dayîk bûye. Pişt ku zanîngeh li Helebê qedand, vegeriya Efrînê û bû mamoste, lê ji ber çalakiyên ji bo zimanê Kurdî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ji kar hat dûrxistin û niha jî piştî êrîşa Tirkiyê, li gundekî ser sînorê Efrînê û Herêma Şehebayê dijî.

Ji bo beşdarbûna di pêşengeha pirtûkan a Qamişlo de, niha li bajarê Qamişlo dimîne û dê ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava bê xelatkirin.

Dema ku Tirkiyê di destpêka sala 2018 de êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û 73 balafir li esmanê Efrînê firiyan, zanîbû dê destan hebe lê birîn jî dê kur be, jiber vê yekê navê pirtûka xwe ya li ser Efrînê kir “Destan û Birîn”.

Merwan Berekat take nivîskar û dîrokzanê Kurd e ku heya niha li Efrînê dijî, ew li gundekî navçeya Şêrawa li ser sînorê di navbera artêşa hikumeta sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve dimîne.

Merwan Berekat dibêje, ji bo ku di çaremîn Pîşangeha Pirtûkan a Qamişlo de beşdar bibe, ew 17 demjimêran di rê de bûye, heya ku ji ser sînorê Efrînê xwe gihandiye bajarê Qamişlo li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

Berekat derbarê rewşa Efrînê de jî ji Rûdawê re ragihand: “Tiştê ku li Efrînê bûye, ne helbest, ne roman, ne çîrok, ne destan, çendî tu nivîskarekî hêr û jêhatî bî, ew êş û ew der û ew tiştên ku çê dibin, bi peyv û gotin û berheman têr nakin. Belkî bi hemû zimanên cîhanê, evana rastiyek e yanî ne pesenek e, hemû zimanên cîhanê jî li ber bisekinin, belkê têr nakin.”

Ew nivîskarê Kurd 64 salî ye û ew 32 sal in ku xizmeta pirtûkxaneya Kurdî dike.

Nivîskarê Kurd ê ji Efrînê, Merwan Berekat dibêje: “Dema li nîzîk gundê me xist balafirê, pencere tev vebûn, vê ja laptopa min jî ket, lê eger min negirtiba, tiştê ku me nivîsandibû jî diçû. Yanî tiştê ku li Efrînê bûyî, di baweriya min de, ku berdewam û berdewam e, di serdema niha de li kêm cihan çê dibe.”

Merwan Berekt li gulîstana xwendinê ya bajarê Qamişlo bi hevkarên xwe yên nivîskar re dicive û çawaniya pêşxistina wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike.

Pirtûkxaneya Kurdî bi 35 berhem bi herdu zimanên Kurdî û Erebî di warê roman, cîrok û helbestan de dewlemed kiriye ku 5 ji wan li ser şerê Efrînê ne û bi dehan binpêkarî bi belgeh kirine.

Piştî kirîza Sûriyê dema ku rê bi kurdan hat dan bi kurdî binvîsin û weşanxeneyan vekin, 250 pirtûk li Rojavayê Kurdistanê hatin çapkirin ku tenê di sala dawî de 38 pirtûk hatin çapkirin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, xelata HRRKê jibo behremendiyê, pêşkêşî Merwan Berekat û hevalê wî yê nivîskar Deham Ebdulfetah kir.

Ew jî xelata xwe dibexşîne koçberên Efrînê yên ku niha li kampan dijîn.

Rudaw
Top