• Sunday, 05 May 2024
logo

Cegerxwîn girîngiyeke mezin dida xwendinê

Cegerxwîn girîngiyeke mezin dida xwendinê
Xwendin ji mirovan re û bi taybetî ji miletên stembar re, dikare bibe çirayeke geş û rêya felat û xelasê ronîdar bike. Xwendin û kitêb ne tenê aramiyeke derûnî ya kûr didin xwînerên xwe, lê herwiha asoyên nû û fikr û ramanên qeşeng jî li pêş wan vedikin.

Rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, nexasim helbestvanê nemir Seydayê Cegerxwîn bi giranî bîra giringiya xwendin û kitêban biribû û di gelek helbestên xwe de ji keç û xortên miletê xwe re biha û nirxê xwendin û kitêbê destnîşan dike û her û her doza xwendina bi zimanê Kurdî li wan dike.

Cegerxwîn di helbesteke xwe ya navdar de pêşketina gelê Kurd bi xwendinê ve girêdide û diyar dike ku eger xwendin di nav xelkê de belav nebe û pirtûk û kitêb nebin beşeke rojane ji jiyana Kurdan, wê çaxê dê Kurd tucarî bi pêş nekevin û her û her di bin nîrê dijmin û neyaran de bimînin û baceke giran bidin.

Seyda ji hilatina roja rizgarî û serbestiya Kurdan re jî kitêb û xwendinê dike şert û bi dengekî bilind û baweriyeke tekûz zengînî, heybet, ol, dewlet û serfiraziya Kurdan bi xwendinê ve girêdide û wiha dibêje:

Xwendin nebe kes naçe pêş

Peyda dibin pir derd û êş

Herdem di bin destê neyar

Em dê bidin xûkî û bêş

Xwendin divê hem pir xebat

Bo miletê Kurd û welat

Kurdno ji xew rabin hemî

Mizgîn li we roja me hat

Ev tac û şewket xwendin e

Ev dîn û dewlet xwendin e

Ev serbilindî xwendin e

Ev dewlemendî xwendin e

Rudaw
Top