• Sunday, 05 May 2024
logo

Ew Kurda ji Xurasanê dest ji zimanê Farsî berda û bi Kurdî helbestan dinivîse

Ew Kurda ji Xurasanê dest ji zimanê Farsî berda û bi Kurdî helbestan dinivîse
Kurdên Xurasanê ji çand, ziman û wêjayê Kurdî qut nebûne. Evîn Ferxwende keçeke Kurd a ji Xurasanê ye ku bi Kurdî helbestan dinivîse, lê rê nayê dan ku ew helbestên xwe çap bike.

Evîn Ferxwende keçeke Kurd a ji herêma Xurasan a Îranê ye ku ew demek e êdî bi zimanê Kurdî helbestan dinivîse. Evîn ji gundekî nêzîkî bajarê Qûçanê ye û gelek helbest bi zimanê Kurdiya Kurmancî nivîsandin, lê rê nayê dayîn ku ew helbestên xwe çap bike, ji ber vê yekê, helbestên xwe li ser lênûsekê dinivîsîne, heta ku bikare rojekê ji rojan çap bike.

Beriya niha wê helbest bi zimanê Farsî nivîsandine û çendîn xelat wergirtine, lê niha weke ku xwe dibêje, ew poşman û dibêje, ew şanaziyê bi wan xelatan nake ku bi rêya helbestên Farsî bi dest xistine.

Evîn wiha dibêje: “Min gelek xelat ji bo helbestên bi zimanê Farsî wergirtine, lê poşman bûm, ez ji farsî gotina xwe bi rastî poşman bûm, lewma min dest pê kir bi Kurdîgotinê. Min Kurdî got û çend caramn jî bi birayê xwe re beşdarî şevbêrkên helbestan di zanîngeha Firdewsî ya Meşhedê bûm û ev bû sedem ku li wê derê Kurdên Urmiyê nas bikim.”

Evînê ji bo bihêzkirina zimanê xwe yê Kurdî, peywendî bi pisporên zimanê Kurdî re li parêzgeha Urmiyê kiriye.

Piştî 500 salan ji veguahstina wan, Kurdên Xurasanê ziman û kultura xwe ya neteweyî ji bîr nekirine û niha jî nivşê nû yê kurdên wê herêma ku dikeve bakurê rojhilatê Îranê, roj bi roj hişyariya wan a netewî zêdetir dibe.

Piraniya Kurdên Xurasanê di serdema Sefewiyan û bi taybet desthilatdariya Şah Ebbasê Sefewî de ji herêmên Urmiye û Makoyê bo Xurasanê tên dûrxistin.

Rudaw
Top