• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Qamişlo 7emîn Festîvala Rewşenbîrî û Hunerî hat kirin

Li Qamişlo 7emîn Festîvala Rewşenbîrî û Hunerî hat kirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 7emîn Festivala Rewşenbîriyê û Huner hat kirin, ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ve hatibû rêkxistin û di vê Festivalê de, helbest, çîrok, şano û hunera şêwekariyê hatin pêşkêşkirin.

Li Qamişlo Festivala Rewşenbîriyê û Huner hat kirin, ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd hatibû sazkirin. Wê festivalê hefteyekê berdewam kir, di vê Festivalê de, helbest, çîrok, şano û hunera şêwekariyê hatin pêşkêşkirin.

Derbarê festîvalê de helbestvan Feyrûz Reşik dibêje: “Min ligel grûpeke helbestvanên Hesekê, Amûdê û Qamişlo di festivalê de beşdarî kir. Pêşketineke baş di helbestê de hebû, me li helbestên ciwan di festîvalê de guhdarî kir. Ev festival li gor yên din gelekî pêşketî bû.”

Helbestvan, çîroknivîs, şêwekar û şanogerên ku di festîvalê de beşdarî kirine, dibêjin di serdema şer û kirîzan de, çalakiyên rewşenbîrî û hunerî dimînin bêhinvedan û vehesîna cane mirov, herwiha bi rêya şanoyê rexne li diyardeyên cudabûna çîn û qatên civakî têne girtin.

Festivala 7em a Rewşenbîriyê û Huner li Rojavayê Kurditanê li jêr duruşmê “Serkaniyên Kesk, silav bo hemû bajarên dil” birêve çû, berhemên helbestvan û çîroknivîs û şanogeran bi herdû zimanên Kurdî û Erebî hatin pêşkêşkirin.

Rudaw
Top