Aktorê kurd Selah Bilbas bi Koronayê can da
![Aktorê kurd Selah Bilbas bi Koronayê can da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/65677889.jpg )
Aktorê kurd Selah Perçem Bilbas, ku bi nexweşiya Koronayê ketibû, îro canê xwe ji dest da.
Selah Bilbas çend roj berê bi Koronayê ketibû û li nexweşxanê hatibû razandin.
Selah Perçem Bilbas li bajarê Hewlêrê ji dayîk bibû. Di gelek rêzefîlm û şanoyan de lîstibû. Şanoya herî navdar ku wî tê de lîstibû, şanoya komêdî ya bi navê “Miqo Miqo” bû.
Basnews