• Sunday, 05 May 2024
logo

Hejmara nû ya Kovara Kurd’Înalco derket

Hejmara nû ya Kovara Kurd’Înalco derket
Xwendekarên Kurd ên Parîsê, hejmara duyem a kovara Kurd’Înalcoyê belav kirin.

Hejmara duyema a Kovara Kurd’Înalcoyê ku gellek nivîsên li ser zimên, wêje, zanist û tewer hînkereke Fransî jî dihewîne nav xwe hat weşandin.

Di vê hejmarê de hinek lêkolînan hene, wekî yên li ser Kela Dimdimê, li ser Hecî Qadirê Koyî. Herwiha, wergerên wêjeyî, çîroka “Parsek” a Guy Maupassant ji Fransî, û ji Ingîlîzî jî helbesteke “Choman Hardi” heye.

Di heman demê de rêznivîsek li ser “Dîroka Bajêr” heye. Xwendekarekî lîsansa kurdî, Christophe ku fransî ye çîrokek li ser gerra xwe ya Hewremanê, bi soranî nivîsiye. Di vê hejmara duyem de, hevpeyvîneke taybet, bi Patrice Franceschi re ku him nivîskarekî Fransî ye him jî çalakvan e ku piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê.

Amadekarên kovarê, helwesta xwe weha diyar dikin: “Armanca me ew e ku xwendekarên kurd ên li Fransayê, ilm û zanîna xwe bi zimanê dayîka xwe, bigehînin gelê xwe û bi vî rengî çand û zimanê xwe biparêzin. Em dizanin ku di pêvajoya azadbûn û tunebûna gelan de, girîngiyeke mezin a zimanan heye û ji ber vê sedemê, şiyara me ev e Ziman Gelê Xwe Azad Dike.”

Berga kovarê bi xêzeke sûretê Cegerxwîn ve hatiye xemilandin. Ew xêz ji aliyê wênesazê Kurd, Serdar Mutlu ve hatiye çêkirin. Wêne peyama yekîtiyê dide û herwiha di qada netewperweriya Kurdî de, cîhê Cegerxwîn jî raveyî xwîneran dike.

Kovara Kurd’Înalco’yê ji ser înternetê tê peyda kirin û ji bo hemû welatan tê şandin:

https://www.helloasso.com/associations/kurd-inalco/formulaires/2

Rudaw
Top