• Sunday, 05 May 2024
logo

Îro salvegera koçkirina dengbêjê Efrînê Bavê Selah e

Îro salvegera koçkirina dengbêjê Efrînê Bavê Selah e
Îro 4 sal bi ser koça dawî ya hunermendê herêma Efrînê, Bavê Selah ve derbas dibin, bavê Selah ked û xebateke hunerî mezin li pey xwe hişt ku tevî mirina wî zindî maye. Bavê Selah bi stranên herêma Efrînê û destana Dewrêşê Evdî naskirî bû, xizmeteke mezin ji çand û hunera kurdî re kiribû.

Bavê Selah, dengbêjekî Efrînê bû, kurdperwerek bû, xwediyê dengekî çiyayî bû. Ji ber Kurdbûn û stranên xwe gelek caran ji aliyê istîxbarata Sûreiyê ve hatibû girtin û îşkencekirin.

Ebdulrehman Omer ku weke Bavê Selah tê naskirin, di sala 1952 de li gundê Kurda li nahiya Cindrêsê ya Efrînê ji dayîk bûbû, di 1984 de jî ligel çend hevalên xwe yên hunermend Koma Armanc ava kiribû.

Li hember keda wî ya hunerî, Bavê Selah karê siyasî dikir, û ji ber xebata xwe ya siyasî, ew bêhtirî 25 caran ji aliyê istîxbarata Sûriyê ve hatibû girtin û rastî gelek îşkenceyan hatibû.

Roja 14 meha 7 sala 2016 li Efrînê, li nexweşxaneya Avrîn koça dawî kir û salane bi helkefta salvegera wî gelek çalakî û bîranîn li dar dikevin weke dilsoziyekê ji kar û xebata wî ya hunerî û siyasî.

Li gorî hevalê û dostên Bavê Selah, ku ew kesekî rih sivik bû û rûyê wî tim li ken bû, piraniya jiyana xwe ji hejarî derbas kriiye û ji ber rewşa aborî ya xerab, karên destan ên rojane dikir da ku debara zarokê xwe bike, xwena wî jî, welatekî serbixwe bû.

Rudaw
Top