• Sunday, 05 May 2024
logo

Jineke Qamişloyî mala xwe kiriye muzexaneya folklora Kurdî

Jineke Qamişloyî mala xwe kiriye muzexaneya folklora Kurdî
Jineke xelka Qamişlo beşeke mala xwe kiriye muzexaneya folklora Kurdî.

Husniya Osman jineke temen 50 saliye li gundê Maşûqê ser bi Qamişloyê dijî. Xewna wê ji zaroktiyê ve ew bû, ku di warê folklor û keleporê de bixwîne, lê rewşê rê nedayê û zû dibistan bicîh hişt.

Lê Husniya di hewildana cîbicîkirina xewna xwe de her berdewam bû, di sala 2006ê de bi sedên parçeyên şûnwarî û kelûpelên folklorî kom kirin, ku dîroka herî kevnar a Rojavayê Kurdistanê lixwe digirin.

Akinciya Qamişlo Husniya Osman dibêje: “Min di zarokatiya xwe de dixwest ez li ser folklorê bixwînim, lê nebû miradê min. Ji sala 2006ê ve min dest bi vî karî kiriye. Ji min re jî bû defet ku xelk dema diçûn kelûpelênxwe li pey xwe diavêtin. Min jî ew berhev kirin.”

Di dema serdankirina wê de bo çend welatên Ewropî, Husniya ecêbmayî ma ku çawa ew welat folklor û keleporên xwe diparêzin, lewra biryar da ew jî heman tiştî bike, û nehêle keleporê neteweya wê bê jibîrkirin.

Kevnartirîn parçeyê muzexaneya mala Husniya mertalek e, bi gotina wê temenê wî 500 sal e.

Husniya kelûpelên gundên nêzîkî gundê xwe û yên hinek gundên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî kom kirine, û hinek ji wan jî ji xelkê kirrîne. Hijmareke kuwîz ku nikarîbû wan peyda bike, bidestê xwe hevawayê yên kevnar çêkirine.

Rudaw
Top