• Sunday, 05 May 2024
logo

Kurtefîlma Kurdî ya 'Bafirokan' di Festîvala Galway de beşdar e

Kurtefîlma Kurdî ya 'Bafirokan' di Festîvala Galway de beşdar e
Kurtefîlma Kurdî ya "Bafirokan" ji derhênana derhênerê Rojhilatê Kurdistanê Peyam Husênî di çalakiyên Festîvala Fîlman Galway de beşdar e.

Fîlma "Bafirokan" di beşa fîlmên gencan de beşdar e û ji bo wergirtina xelata vî beşî hevrikiyê li gel fîlmên din dike. Ev kurtfîlm beriya niha di gera 70 ya Festîvala Fîlman a Berlînale de li Almanyayê beşdar bûye û xelatên rêzgirtinê ji lijneya jûriyê û xelata taybet a festîvalê di beşa Generation de bidestxistiye.

Ew fîlma derhênerê Rojhilatê Kurdistanê behsa zarokekî ser sînor ê bi navê Serkewt dike ku aşiqî keçekê dibe û hewl dide bi riya Kolareyekê bala wê ji xwe re bikşîne.

Festîvala Fîlman a Galway salane di navbera 7 heta 12 Tîrmehê de li bajarê Galway li welatê Irlenda tê sazkirin, îsal bi sedema belavbûna vîrusa koronayê, bi awayê online tê lidarxistin.

Rudaw
Top