• Sunday, 05 May 2024
logo

Kovara Temaşe ya taybet bi sînemayê belav bû

Kovara Temaşe ya taybet bi sînemayê belav bû
Kovara Temaşeyê ku taybet bi sînemayê îro, 07.07.2020, belav dibe û her 3 meh carekê weke PDF dê bigihije ber destê xwîneran. Yek ji berpirsên Temaşeyê dibêje, “armanca me geşkirina sînemaya Kurdî ye.”

Armanca mezin a kovarê ew e ku “pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya Kurdî, sermiyana Kurd û Kurdewariyê; ax, ziman û çanda Kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.”

Herdu ciwanên bi navên Mehmud Beyto û Cîhan Ulus karûbar û berpirsyariyên vê kovarê li xwe girtine.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, “Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen nû yên sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire.”

Fîlmên bêdeng, kult, rêzefîlm û anîme di vê kovarê de cih digirin û “Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Forman bi fîlmên xwe hatine nivisandin.”

Cîhan Ulus ku yek ji berpirsên Kovara Temaşeyê ye, ji Rûdawê re ragihand ku wan berî 5 mehan dest bi xebatên kir bi armanca “geşkirina sînemaya Kurdî, ji bo çirayek pêşeroja me ronî bike, helwestek e.”

Cîhan Ulus amaje bi wê dike ku sînemaya Kurdî nû dikemile û dibêje, “hêj rêyeke dirêj û dijwar li pêşiya me. Bazareke wê tune ye, temaşevanên wê kêm in, di dinyayek biçûk de ye û xwe nikare bigihîne temeşavanên xwe yên eslî.”

Herwiha ew ciwanê Kurd dibêje, wan jî hewlek da ji bo ku çend xal û xetan li sînemaya Kurdî zêde bikin û “xort û ciwanan li sînemayê germ bikin û îro ro bikin ku Kurd û sînema bêhtir li hev werin. Senarîst, derhêner, çêker û lîstikvanan deynin ber sînemahezên Kurd û ji wir jî karibin xwe bigihînin sînemaya global a cîhanê. Tevî van ji sînemaya dinyayê ne dûr û aktuel be ku fikrên me di paşeroj û dinyayek teng de nemîne.”

Di dewama gotinên xwe de Ulus dibêje, ekîba kovarê ji 5 kesan pêk tê ku edîtoriya wê wî û Mehmûd Beyto, sererastkirin Amed Hesen û Bayram Sezgîn û rûpelsazî jî Ridwan Xelîl li xwe girtiye û diyar jî dike ku ti kes an sazî di warê aborî de alîkariya wan nake.

Derbarê sedema belavbûna vê kovarê weke PDF jî Cîhan Ulus amaje bi wê dike, “Vî zemanî êdî her tişt bûye dijîtal, ji bo xwendevan û xwînwerînan dijîtalî çêtir û hêsantir e. Her kes dikare li ser telefona xwe bi rehetî bixwîne û bide xwendin.”

Li aliyê din Kovara Temaşeyê ku di hejmara yekem de bi naverokeke têr û tijî derdikeve pêş xwîneran bi navê ‘Termên Sînemayê’ ferhengokek amade kiriye û “her hejmar dê peyvên nû lê bêne zêdekirin.Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.”

Rudaw
Top