• Sunday, 05 May 2024
logo

Hunermenda navûbang a ereban bi koronayê jiyana xwe ji dest da

Hunermenda navûbang a ereban bi koronayê jiyana xwe ji dest da
Hunermenda navbang a Misrî ya ereban bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Emîre Hesen a keça hunermend Reca Cedawî di tora xwe ya civakî de ragehand, dayîka wê Reca Cedawî jiyana xwe ji dest daye.

Emîre Hesen got, Reca Cedawî îro 05.07.2020ê serê sibehê di temenê xwe 82 saliyê de ji bi vîrusa korona ketibû jiyana xwe ji dest daye.

Cedawî 43 rojan bi vîrusa korona ketibû û li nexwaşxaneyekî bajarê Îsmaîliye ya Misrê bû hatibû razandin.

Reca Cedawî di sala 1938ê ji dayîk bûye û sala 1958ê wek şahciwana Misirê hat helbijartin. Destpêkê bi pêşandana cilûberg di baloyan de dest bi karê hûnerî kir û piştre beşdarî li şano û drama û karên din ên hunerî kir.

Basnews
Top