• Sunday, 05 May 2024
logo

Kerkûk- Nivîskar û edîbê naskirî yê kurd koça dawî kir

Kerkûk- Nivîskar û edîbê naskirî yê kurd koça dawî kir
Nivisîkar û rewşenbîrê naskirî yê kurd li Kerkûkê Hûsên Umer Berzencî ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê koça dawî kir.

Çavkaniyekê ji Tendirustiya Hewlêrê Kerkûkê ji BasNewsê re axivî û got:” Îro roja pêncşemê 02.07.2020an Hûsên Umer Berzincî yek ji kesayetiyê naskirî yên diyarî kurd û şaîr û nivîskar bû. Mixabin bi nexweşiya vîrusa Koronayê miriye.”

Encamê Liqa Kerkûkê yê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Star Cebarî jî ji BasNewsê re axivî û got: “Mixabin ji ber Koronayê kesayetî û edîbekî xwe yê mezin Hûsên Umer Berzincî wenda kir. Mamoste Hûsên Umer Berzincî damezirînerê Sendîkaya Yekitiya Nivîskarên Kurd Liqa Kerkûkê bû. Nivîskar û helbestvanekî diyar ê xelkê Kerkê bû.

Li sernaserî Iraqê û Herêma Kurdistanê vîrusa Koronayê belav dibe. Heta niha li parêzgeha Kerkûkê 63 kes bi Koronayê koça dawî kirine.

Basnews
Top