• Sunday, 05 May 2024
logo

Dengbêj Şakirê Kopê: Kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin

Dengbêj Şakirê Kopê: Kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin
Dengbêj Şakirê Kopê (Şakir Eçun) yek ji dengbêjê niha yê herêma serhedê yê. Ew bi eslê xwe ji Îdirê ye û li Mûşê hatiye dinê. Dengbêj Şakir di zaroktiya xwe de fêrî dengbêjiyê bûye û di dema 15-17 salî ya xwe de êdî di dîwanên dengbêjan de klaman gotiye. Şakirê Kopê hem wek şaîr qesîdeyan nivîsiye û hem jî gelek klaman gotiye û nivîsiye. Ew dengbêjên mîna Reso, Şakiro, Zahiro re jî hev nasbûye û bi wan re klaman jî gotiye. Lê belê dengbêj Nûroyê Meterê ji Agiriyê bandorek zêde li ser dengbêjiya wî kiriye. Dengbêj Şakirê Kopê xwedî 6 zarokan e û niha li Îzmîrê dijî. Me bi dengbêj Şakirê Kopê re li ser jiyan, dengbêjiya wî, dengbêjiyê û mijarên bi vî rengî heypeyvînek kir.

Hûn di destpêkê de dikarin hinek behsa xwe bikin. Şakirê Kopê kî ye?

Li gundê Şêrvan Şêx e (Adıvar) a navçeya Kopê ya Mûşê di 1960an de hatim dinê. Em bi eslê xwe ji Îdîrê ne, êla me Redkî ye û zozanê me Eleqez bûye. Salên di dema şerê Ûrisê de em koçber bûn û heta deşta Diyarbekirê hatine. Herweha pirîka min li gundê Tirbespiyê, gundekî Farqîna Diyarbekirê veşartine.

Piştê şerê Ûrisê, demeke dereng me biryar da ye em ê biçin û malbata min di serî de hatiye Mûşê bi qasî du yan sê salan li wir man. Piştre mezinên me xwestine biçîn Îdîrê û mezinên me dema çûne Îdirê ez bawerim wisa fikirîne ev tehma berê nemaye û vegeriyane Mûşê di gundê Şervan Şexê ya Kopê de bi cî bûne yanî em di navbera 1913-1925an de em wisa çûne û hatine. Piştre ji ber ku di navbera me û pismamê me de nakokî û şer çêbûn her çendî em paşê li hev hatibin jî ji ber dilmayînê mezinên me vê carê jî berê xwe dane Îzmîrê û di sala 1976an de li vir bi cî bûne.



Hezkirina we ya dengbêjiyê çawa çêbû. Gelo hûn kengî û çawa fêrî hûnera dengbêjiyê bûn?

Dema zarokbûm û diçûm dibistana seretayî, min wê wextê klamên dengbêjiyê digot. Herkes bi tirkî digot lê min jî klamên dengbêjiyê digot. Hevalên min yên zarok jî hez dikirin û ji mamosta re digotin ’bila Şakir klamên dengbêjiyê’ bibêje. Hin mamostayên me yên baş hebûn digot temam lê kêyfa mamosta nehataba jî ji ber ku hevalên min pirr dixwestin mamosta jî bi ya hevalan dikir, min klamên dengbêjiyê digot. Hezkirina min dengbêjiyê di 15 salî de destpêkir. Yanî min di 15-17 salî ya xwe de êdî dikaribû di civatê de bigota. Bandora dengbêj Nûroyê Meter li ser min pirr zêde bû û ew xelkê gundê Metera Dudataxa Agiriyê ye. Min di xewna xwe de wî dîtibû û ez bibûm aşiqê wî û min klamên wî digotin. Piştê ku me koçberê bajarê Îzmîrê bûn û ji bo wî ji vir çûm Agiriyê.

Bandora dengbêj Nûroyê Meter li ser we zêde çêbûye. Ji bilî wî dikarin navê kîjan dengbêjan bibêjin?

Bi rastî min ji gelek dengbêjan sûd girtiye û ez gelek dengbêjan nas dikim. Dengbêjên berî min û dengbêjên ku min neditîne û heta dengbêjên wefat kirine ji klamên wan jî min sûd girtiye. Piştê ku me temenek derbas kir bandora dengbêj Reso û heta yê apê Şakir û Zahir jî li ser min çêbû. Li ser meselê Apê Reso bibêjim min wî dît û bi wî re klaman gotiye, dema min bi wî re klam digotin ez 18-22 salî bûm. Her wisa min ji klamên wî jî sûd girtiye û lê ez pê re wek dengbêj negeriya me. Paşê ligel apê Şakir yanî dengbêj Şakiro (Şakir Bedîh) ji sala 1982an em hevnas bûne û heta sala wefat wî (1996an) jî em bi hev re bûn. Ez bi wî re sê û çar rojan geriyame. Bi Apê Zahîr re jî di salên 1997-1998an û şûnde me bi hev re klam gotine. Ez bi wî re çar yan pênc caran çûme konseran û min pê re klam gotiye. Reso, Şakir û Zahir jî em ji heman nifşê tên.

Di malbata we de jî dengbêj hebûn?

Belê hebûn. Bavê diya min dengbêj bû û navê wî Hecî Es’ed bû. Dibe ku min ji hezkirina xwe ya dengbejiyê ji kalikê xwe girtibe. Di dema kalikê xwe de min tam klaman digot û min bi kalikê xwe re gelek klam û hem jî klamên resen(esasî) gotine. Wekî din metika min jî dengbêj bû û wê bi dengbêjan re digot.

Helbet hûn wek dengbêj we gelek stran gotine lê gelo we heta niha kîjan klaman gotine dikarin behsa çend klaman bikin?

Min klamên dîrokê pirr gotine. Ez behsa 30 – 40 salan berê nakim û ji bo îro dibêjim di dengbêjiya îro de ji min zêdetir dengbêj klamên dîrokê nabêjin û ji min pirrtir jî nizanin. Ji ber ku dema em dengbêjan tên cem hev ez vê yekê dibînim. Ku ger ez navê klaman bibêjim; klama Biroyê Hesikê Telî, Kirê Gilê Daxê (Çiyayê Agirîyê) taybet klama Biroyê Hesikê Telî a niha ewî rehmet kirine ne tê de ji bo dengbêjên niha dibejim pêştir kes mîna min nizane û nikare û kesî mina min jî nikarin bibînin. Klama Mirê Min, Kor Hesen, klamên yên li ser şerê Ûrisê dibêjim. Klamên Şex Seîd Efendî du yan sê heban dibejim û klama Xalid Begê Cibîrê jî yek ji wan klaman e ku ez dibêjim.

Xwedî rehma xwe li wan bike û me jî ji camêran hilda. Li ser meselê ez ê bibêjim klama di dema Şex Seîd de min gotiye na, ne pêkan e û min çênekiriye. Lê dibe ku min şaşiyek piştrast kiribe yan jî min nexşekê xweş dabe klamê. Ev yek di edebiyata dengbêjiyê de heye ango ji hev zêde kirin yan jî piştrast kirin. Wekî din, ez klama Delal dibêjim, du heban dibêjim û şêwazeke min heye. Yek yan du dengbêj mîna min dibe ku bijmêre. Di klama min ya Delal de; Kolik, mizgefta Xelîlul Rehman, Çiyayê Nemrûdê, çiyeyekî bedlisê, Qerejdax, Kela Mêrdînê, Deşta Şengalê, mêrxasiya kurdan, qirîna Sîwerekê, Sura Diyarbekirê, navê Mala Bedîrxaniyan, Mala Îbrahîm Paşa, Mala Huseyîn Paşa, Dudu Paşa bedewiya jinê û bi vî awayî ez her derekê welatê me, di klama xwe de wek sembol cih didim û dijmêrim.

Dema hûn wek dengbêjek kîjan stranan dibêjin dilê we pê zêde dişewite?

Ji bo dengbêjan hemû klam zarokên wî/wê ne. Te dît dibêjin meriv kîjan tilîya xwe jê bike ev tilî jan dide û ez klamên xwe hemûyan hez dikim. Lê belê dikarim bibêjim bi dengê Şakirê Kopê ango ya min klama Şex Mihemed Emîn Bingol li ser min bandorek zêde dike. Kesekî navdar û gelek hêja bû û ev kes xelkê Muşê bû di salên 1993an de û prosesa di bin navê “faîlî meçhul” de hat kuştin wek dehan hezar kurdên me yên xwenas û jêhatî, ev jî wisa hate kuştin û wî avêtine li ser berfê. Min ne ji mala wan re got û ne jin û zarokên wî nas dikir, hema çawa rûniştim min yekser got, Ay Delo li ser kuştina wî min klamekê ji ber xwe got. Televîzyonekê kurdan ji Ewropayê hatibû wê demê tomar dikir. Min vê klamê wê rojê got û ev klam nêzî 8-10 xulekan heye. Ev klam wiha destpêdike;

Ay delo

Şêxê min o

Mûşa şewitî bişewite li wan kaşan.

Ca rabe gul bi gulbenda neveje li ser kumaşan! û klam dirêj didome.

Wekî din di nav wan klaman de Şêx Zahîr heye dikarim vê stranê jî mînak bidim. Dema 10 – 12 salan berê bû min vê stranê digot kesên li hemberê min rûdiniştî rûberên/rûyên wan diguhêrî û diçûn dinyayeke din. Her wisa klamên din jî wiha dikarim rêz bikim; Klama Mala Hecî Axa, Bişar Seîd, klama Mihê Xelîfe (ev klama bi dengê Reso gelek meqbul e). Klama Barê Welat û Siloyê Cewer (ji dengbêj Nûro pêştir bi riya dengê min kurd vê klamê naskirin) heye. Wekî din jî jixwe klam pirr in…

Yasaklı Bir Dilin Direnişi: Dengbêjlik 1

Hûn şêwaza dengbêjiya xwe çawa dibînin û şêwaza xwe dişîbinîn hin dengbêjan?

Şêwaza dengbêjiya min di destpêkê de dişibîya şêwaza dengbêj Nûro (ango niha Melê Nuredîn e. Ev dengbêj piştê demekê dev ji dengbêjiyê berda). Dema hatim temenkî ez jî tenê bi klamên wî ve nemam. Min klamên dengbêj Reso, klamên Şakiro, Zahîr û klamên Evdilsamedê Korşî (Ev dengbêj di 1967an de wefat kiriye) û klamên Mistefayê Xelîl Heyran (Ev jî di sala 1950an de wefat kiriye) jî gotine. Piştê demekê meqamê Şakirê Kopê derketiye holê. Şêwaza dengbêjiya min hinek cuda ye şêwaza dengbêj Şakiro û Zahîr yên bi xwe çawa hene, meqama min a taybet jî hene. Ez her çendî klamên Şakiro, Zahîr û yên dengbêjen din bibêjim jî di bin bandora reng, deng û meqamên wan de namînim û ev yek wisa jî tê ecibandin.

Gelek dengbêj di dirêjehiya temenê xwe de klaman distirên û lê temenek jî derbas dibe. Gelo bi demê re di hêz û vegotina dengbêjan de guherîn çêdibe?

Helbet, çêdibe. Ez niha bûme 60 salî û dengbêjiya min ya berê û ya niha tam mîna hev nabe. Lê dema ez 35 – 40 salî bûm min pirr taybet klaman digot. Apê Şakir ango dengbêj Şakiro di 60 salî bû lê nedikarî bigota, lê dîsan ez dibêjim. Apê Şakir jî dema 60 salî bû dest li çokên xwe dixist digot, “Axx 30 salan beriya niha Şakir di welêt de bûya wallahî rê nedida tu dengbêjan”.

Dengbêj bi taybet yên niha zêdetir klamên dengbêjiyê ji hev digirin ango klaman dubare distrên. Zêde klamên nû nayê nivîsin ango vegotin. Gelo we heta niha klamên dengbêjiyê nivîsiye?

Belê, destpêk vê yekê bibêjim. Min 10- 15 qesîdeyan nivîsandiye û hema bibêjim klam jî ev qas hene lê dengbêjî tiştekî wisa ye ku heke tu binivîsî tu nikarî bibêjî. Min klam gotiye dema kêmasî hebe jî min bi riya nivîsa xwe kêmasiyan temam kiriye. Li ser meselê min klamek nû çêkiriye û li ser dengbêjan gotiye. Dengbêjên bi nav û bi deng ku wefat kirine min li ser wan gotiye. Dema min vê klama xwe got bi qasî ji destê min hat, min behsa hemû dengbêjan kirine lê dibe navên hin dengbêjan jî mabin. Lê ji bo behskirina dengbêjan klamek têrê nake û klama min 10- 11 xulek e. Lê her çi dengbêjên navdêr ên deşta Entabê (entab ji Dutaxa Agirî û heta çiyayê Qertevînê û hinek gundên Panosê, yek- du gundên Milazgirê hildide) di klama min de cî digirin. Min navê gelek dengbêjên deşta Entabê gotiye. Û li ser meselê navê Mistefayê Xelik, Reso û yd. Navê vê klama min dengbêjiyê Nabe ye. Wekî din klama Şêxa Delal bi sê şêwazan dibêjim lê yek şêwaz jî yê min e. Herwisa klamekê min heye weke şemala/şiklî beytê ye lê ne beyt e. Stranbêj Evîn Şah heye ew wê dibêje. Navê stranê jî Eyda Heta Eyda ye. Weke starneke folklorîk e.

Piştî temenekê tecrûbe ango azmûna we li ser dengbêjiyê heye. Gelo heta niha şagirtê we çêbûne?

Ciwanên kurd ku bixwazin fêrî dengbêjiyê bibin, ev şansa îro tune ye. Di vî warî de, îro em bêşens in. Lê ciwan hene li min digerin û dibêjin “Apê Şakir ez hez dikim dema diçime konsereke Trtê, dixwazim klama te Nezano bibêjim. Dikarim klama te bibêjim.” Ez jî dibêjim “Ser çavan ez ê kêyfxweş jî bibim, bibêje klama min”. Ciwanên wisa rastî min tên. Klama Nezano jî bi dengê min ve hatiye ecibandin û hezkirin. Meselaya klama Nezano jî wiha ye di salên 1960an de xelk li vir ji bo xebatê diçûn Almanyayê. Kesî ku çûye û derfet nebûye ez bawer im malbata xwe jî bi xwe re nebiriye û li wir zewiciye. Yên li vir jî li ser wî klam gotine.

Dîwan yan civata dengbêjan çêdibe. Ku çêbibe, hûn jî beşdar dibin?

Belê dengbêjiyê dikim û heta niha beşdarî gelek bernameyan bûme. Carna li Stenbolê carna jî li Îzmîrê bername çêdibin beşdarê wan bernameyan dibim. Li ser navê min bernemayê çêdikin û dibêjin bila Şakirê Kopê were. Te dît ez jî gazî yek û du hevalên xwe yên din dikim û em diçin. Hezkiriya dengbêjiyê di dilê ciwanên niha de hê zêdetir e. Yanî li gorî min ciwanên xwende dengbêjiyê hez dikin û vê hûnerê meraq dikin.

Welatê me herêm bi herêm e, weke serhed, botan, xerzan û yên din. Bi ya we cudahiya dengbêjiya serhedê û herêmên din hene?

Cudahî heye, belê belê. Niha ji Rewanê û rûbarê Colemêrg/Geverê û aliyê Wanê (ne Şemzînan)ê ji Rewanê heta Çewligê û nêzê Elazixê xetek e. Aliyê din jî heta li jora Batmanê ku nîvê Batmanê jî dikeve li ser serhedê ev jî xetek e û şêwaza dengbêjiya wan nêzê hev in. Lê dema berjêrê Diyarbekirê dibî rastiya klamê hebe jî meqam û awaz diguhêre. Gotinên klaman zêde dibe. Dengbêjên li vê xetê weke dengbêjên serhedê gotinên xwe ser û ber nakin û nabêjin. Ez bêjim klamek sê peyv in û li gorî serhedê ku peyv ji klamê bê zêdekirin ev klam xira dibe û li ser meselê mînakek bidim. Di filan klamê de derbas dibe û dibeje: ez ketim bextê te Xwedê, ew jî dibêjin ez ketim bextê te Xwedê, Resulê Xwedê bi vî şiklî ji klamê zêde dikin û ev klam nebû.

Kürt Tarihinde Bir Aşk Hikayesi: Siyabend ve Xecê | Kundir

Lê ew jî di van salên dawîn de ku enternet çêbû, meyla wan li ser dengbêjiya serhedê zêde bû. Yanî bandora dengbêjiya serhedî li ser wan çêbû. Binêre ez diçime Diyarbekirê ji min re klamên Reso, Şakiro, Nûro dibêjin. Ez ji wan re dibêjim kekê, hûn klamên xwe yên li van deran bibêjin. Ew disekinin ez klamên Beşiriyê dibêjim. Ji ber ku dengbêjî pêşiyê li herêma serhedê dest pêkiriye. Diçin klama Beraz û Seyîd dibêjin. Ji xwe vê klamê nikarin mîna min, Şakiro, Reso bibêjin. Me beriya wan klamên Beşiriyê gotiye. Lê yên me jî dixwazin klamên welatê xwe yên van deran bibîzin. Dengbêjên li wê herêmê dengbêj Selîmê Batmanê, Selimê Recebê. Dibe di klamên van de rastiya mijarê hebe ji ber ku em yanî serhedî ji vê heremê dûr in lê xweşiya klamê û meqama klamê di dengbêjiya serhedê de heye. Bandora dengbêjiya serhedê li ser yên dengbêjen Diyarbekirê jî heye. Mala dengbêjan ya Diyarbekirê heye û ez li wir endam bûm. Ez diçûm odeya dengbêjan ya Diyarbekirê û di dema xwe de 17-18 dengbêjên wê qeydkirî hebûn. Dostên min hene û Hecî Mihemedê Dêrikê, Seyîtxanê Boyaxçî, Hesenê Şilbî, rehmetiyê Hiseynî Farê, Hecî Şerîf û hin hevalên me dîsan hene lê niha navê wan nayê bîra min û gelek bûn. Me klamên wan, ew jî yên me digotin. Wana digotin Şakir çima klamên me dibejî. Ewî ku ez bibejim hûn dibejin. Mirov li wir nikare bibêje hûn nikarin mîna me bibêjin û mîna me jî nikarin bibêjin. Çun ku gotin û meqamên van hevudu nagire û awaza serhedê di wan de tune ye. Çima cudahiya serhedî? Ev ne mijara îro ye dibe ku mijara hezar salî be. Ev herêm ku tê de bê bilûr û bê amûrên muzikê klam tê de hatiye gotin yanî xweşbûna deng-awazê serhedê ne ya îro ye. Ji mej ve wisa ye û dîroka vê heye. Lê yên wan bê kemençe bê amûrên muzîkê nîne teqez amûrekê muzikê di dengbêjiya wan de heye.

Em dizanîn demeke hûn li ser pirtûkekê dixebitin. Gelo dikarin hinek qala vê pirtûka xwe bikin?

Belê min pirtûkekê li ser dengbêjiyê bi zimanê şîrînê kurdî nivîsiye. Wê meha Pûşperê ango vê mehê derkeve. Ji zû ve min vê pirtûkê qedandiye lê her ma vê rojên hanê ji bo çapê. Di pirtûka min de hem behsa jiyana xwe hem jî behsa serpêhatiya klaman dikim.

Hûn dengbêj in xwedî hûnereke taybet in lê ji aliyêkê din ve jiyan û debar jî heye. Gelo we ji dengbêjiyê debara kiriye an na?

Dengbêjiya me bêheq e. Ne tenê ya min dengbêjiya hemû kurdan bêheq e. Min debara xwe li ser dengbêjiyê nekiriye û ez di înşaatê de dixebitim. Lê bi rastî van salên dawîn ji 2008- 2009an û şûn de hin camêr me vedîxwinin û di nav civatan, nas û dostan de, dema radibim dinihêrim nizanim milyarekê yan jî çi qas pere xistine bêrika min. Belku deh yan panzdeh caran wisa çebûye di jiyana min ya dengbêjiye de. Ev kesên wisa kesên zana in û qedrê tiştan dizanin.

Lê li ser vê meselê, dengbêj Nûro digot salên berê di 1980an de dema dengêj Şakiro, bi taybet li herêma serhedê wexta keç û xortek bizewiciyana li ser bûkê qelendan dibirrîn. Dengbêjan jî di wan salan de li ser qelandan birrîne. Aliyê bûke gotine, “Bila qelendên qîza min 4 yan jî 5 hezar be û dengbêjê qîza min jî filan dengbêj bibe.” Wê demê navê dengbêjên weke Resoyê Gopal, Şakiro, Nûroyê Meter, Zahiroyê Piranî, Qahiroyê Qeran, Huseynî Mûşê û yd. dihatin gotin. Aliyê zava mehek li dawetê bimîne wan dengbêjê ku ji aliyê malbata bûkê ve hatiye xwestin digere ji dengbêjê re dibêje: “Mala bûkê te li ser qelend birriye, ku neyê ewî ji bo me zehmet bibe.” Dengbêj jî digot erê ez ê werim û dipirsî kîjan roj û heqê min kî bide.” Heqê dengbêjan şert e ku aliyê zavayê bide. Wê demê heqê dengbêjan dihate dayîn lê dîsa ne tam bû.

Kürt Aşk Hikayeleri | Kürtçe Bilgi

Ev kevnoşopiya ku dengbêjan li ser qelend dibirrîn heta salên 1980an hebûye û ev li herêma serhedê zêde hebûye. Heke aliyê zava û bûkê hejar/feqîr bûya tişteke din bû, lê ger rewş baş bûya kesên wisa teqez dengbêjan dianîn dawetên xwe. Tiştek wisa ji heye bavê keçikê jî hema ji bo xwe dengbêjek dianî û heqê wî/wê dida. Bi vî awayî dawet xweş dibû.

Heta mînakek wisa jî heye hin dengbêjan bo dawetên herêmên din yên welatê me dibirin. Li ser meselê salen 1960an dengbêj Reso birine binxetê. Ji aliyê mala Bişar Çeto ji bo dawetekê Reso vexwendine. Reso hefteyek li wir dimîne û hefteyek jî klam gotiye. Lê mixabe li wir derman dane Reso û dengê wî ziyanekê dibîne. Dengbêjan pê re klam gotine û pê nikarîbûne. Qehweya apê Reso dereng anîne û gotine ev dengbêj e û qehweya wî taybet çêdibe. Çûne hine xistine nava mirra (wek qehweyeke tehl) Reso çawa qehwe vedixwe dengî wî jî ketiye.

Piştre Reso ji bo ku dengê xwe baş bike bo tedawiyê çûye Stenbolê. Profesorek dibeje,” zêde na lê em ê dengê te bi dermanê hinekî baştir bikin”. Lê bijîjk gotiye gerek tu çend meh ti klaman nebêjî. Ew dem Stenbola salên 1960an kurdên ku hatine xerîbiyê dibîhîsin Reso hatiye Stenbolê û tên wî dibin nava xwe û heta sibê klaman pê didine gotin. Piştre dengê wî yekser dikeve û diçe li cem bijîjk, bijîjk dibêje bibexşe,” eger tu bibî xweyî vî gotin û fikrî bi dengê te jî baş nabe, te ji êvar de klam gotiye tayê dengê te hemû ziyan ditîne. Em nikarin tiştek bikin.” Paşê dengê wî derket lê hindik bû.

Di dawiyê de çi hene ku hûn bixwazin bibêjin, kerem bikin.

Kurd li dengbêjên xwe xwedî dernakevin û gerek qedrê dengbêjên me bê zanîn û bê girtin. Jixwe berê jî wisa bûye xwedî derneketine lê ji bo niha dibêjim. Dengbêjan bi hewldana xwe bi eşqa xwe bûne dengbêj. Li ser meselê, Şakiro bi eşqa xwe bûye dengbêj û bi gotin û yalîkariya kurdan nebûye dengbêj. Lê heke ji bo dengbêjan yalîkarî hebe bawer bike dengbêj jî hin pêş dikevin. Ji berê de fermiyeteke me wek dengbêjan nebûya û kurd tam li dengbêjên xwe xwedî derneketine.

Basnews
Top