• Monday, 29 April 2024
logo

Hunermend Eta Çawşîn bi Koronayê canê xwe jidest da

Hunermend Eta Çawşîn bi Koronayê canê xwe jidest da
Hunermendê navdar ê bajarê Silêmaniyê Eta Çawşîn îro berbangê bi vîrusa Koronayê koça dawiyê kir.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, Eta Çawşîn li nexweşxaneya Şehîd Aso canê xwe jidest da, piştî ku ji ber pêketina bi Koronayê rewşa wî ya tendirustî têk çûbû.

Eta Çawşîn li Silêmaniyê jidayik bû û di salên heştêyî yên sedsala bûrî de dest bi gotina stranan kir û gelek stranên wî deng vedan.

Ji heyama çend hefteyan ve ye, hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Koronayê zêde bûye, ku niha hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîştiye 3 hezar û 865 kesan û 110 kesan jî canê xwe jidest dane.

K24
Top