• Monday, 29 April 2024
logo

Lîstikvanê navdar ê Îsraîlî: Ez bi Kurdbûna xwe serbilind im

Lîstikvanê navdar ê Îsraîlî: Ez bi Kurdbûna xwe serbilind im
Stranbêj û lîstikvanê navdar ê Îsraîlî Îdan Amêdî ku bi eslê xwe Kurdê Başûrê Kurdistanê ye dibêje ku ew biçe kuderê dibêje “ez Kurd im û pê serbilind im.”

Îdan Amêdî diyar kir ku Kurd li çend navçeyên cuda yên Îsraîlê dijîn û Her sal, rojekê bi hev re derdikevin seyranê û di wê rojê de stranên Kurdî guhdarî dikin û dîlanên Kurdî dikin.

Bi gotina Îdan Amedî malbata wî zêdeyî 70 salan berê ji navçeya Amêdiyê çûnû Îsraîlê û got ku wî hewl daye serdana Kurdistanê bike lê ji ber pirsgirêkên leşkerî nekariye bê.

Îdan Amedî di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zana da.

Hêvîdar Zana: Îdan, dixwazim ji nasnameya te dest pê bikim, Amêdî, tu çi li ser Amêdî dizanî? Amêdî çi tîne bîra te? Bav û babîrên te çi ji te re gotin, derbarê Amêdiyê de, ti tiştek li bîra te heye ku bo me bêjî?

Îdan Amedî: Di rastiyê de ez li wî beşê Orşelîm jidayik bûme ku jê re tê gotin Taxa Kurdî. Dema zarok bûm, min wateya wan navan fêm nedikir ku li wê taxê, li markêt û çend cihên din hatibûne kirin. Navên weke Amêdî, Duhok û Zaxo li taxan kiribûn. Lê dema mezin bûm, ji min re behsa wî welatî û xelkê Kurd hate kirin. Wê demê hîna temenê min gelekî biçûk bû, behsa mîhrebanî û başiya xelkê Kurd ji min re dihate kirin. Li Israîl, ez biçim kûderê dibêjim ez Kurd im û ez bi vê yekê jî pir serbilind im.

Peywendiya te û malbata te li gel Kurdên Cihû çawa ye? Hûn li hev nêzîk in an ji hev veqetîne û her kes karê xwe dike?

Kurd li çend navçeyên cuda yên Israîlê dijîn. Piraniya wan li Orşelîm û bajarokê Bêt Şamîş dijîn ku li nêzîkî Orşelîmê ye. Her sal, rojekê bi hev re derdikevin seyranê. Di wê rojê de hemû Kurdên Israîlê dicivin. Li stranên Kurdî guhdarî dikin û dîlanên Kurdî dikin. Em gelekî hewil didin ku pêwendî di navbera me de heb in. Herwiha hêvîdar im, ciwanên me jî vê nerîtê biparêzin.

Weke min got, her ji zaroktî ve, min li mûzîka Kurdî guhdarî dikir. Baweriya min ew e ku bandora mûzîka Kurdî li ser staylê stran û mêlodiyên min heye.

Di konsertên xwe de jî stranên Kurdî dibêjim. Di konserta xwe ya dawî de, strana min a dawiyê, Kurdî bû. Nizanim gelo mûzîka me û ya we weke hev in yan na, lê navê strana min Şêxanî ye. Di roja hevjîniya xwe de, min û hevjîna xwe, bi wê stranê destpê kir. Her ji zaroktiyê ve, mûzîka Kurdî beşek ji jiyan, huner û nasnameya min e.

Ne di wê baweriyê de me ku te bajarokê Amêdî dîtibe, heta niha te serdan kiriye yan bîr li wê dikî rojekê serdana cihê bav û bapîran bikî bo ku bizanî ku li cihekî çawa dijiyan?

Berî çend salan, min hewl da seredana wê derê bikim, lê bi sedema wê yekê ku min hîna xizmeta leşkerî nekiribû, astengî bo min derketin û min nikarîbû werim Herêma we. Lê hêvîdar im, di paşerojê de bikaribim. Dixwazim werim. Dixwazim tîma xwe ya mûzîkê jî ligel xwe bînim û bi saya Xwedê, em ê li Amêdiyê ahengeke Kurdî saz bikin.

Tu jibilî ku stranbêjî, ekterê zincîre fîlmekî ku li ser Netflixê bi milyonan bîner hene. Di nav binemala we de, hunermendên din hene? Çi tiştek sedem bû ku rêya hinerî bigirî ber xwe?

Ji ciwaniya xwe ve, min dest bi pîşeya hunerî kir. Min zû dest bi jenîna gîtarê û nivîsîna çend stranan kir. Lê pîşeya ekteriyê ji bo min weke sûprayzekê bû. Lyo Raz, nivîskar û ekterê sereke yê zincîrefilma Fewda li konsêrteke min amade bû. Piştî konsertê ji min re got, wî roleke nû ji bo werzê duyem ê zincîrefilma Fewda dariştiye, ji min xwest serdana wî bikim û xwe biceribînim.

Bi kurtî, piştre ez çûm û di werzê duyem û sêyem yê zincîrefilm de, bûme xwedî rol. Hêvî dikim di werzê çarem de jî beşdar bibim.

Min berî niha got staylê muzîka te romantîk e. Li ser dikê bi hestek gelek kur gîtar dijenî, baş e çawa ew kesê romantîk ê gîtarjen di zîncîre fîlmê Fauda de dibe kesekî din û li şûna gîtar çek hildigire û şer dike. Çawa dikarî wê hevsengiyê rabigirî?

Ev pirs yek milyon dolar tîne! Bi nerîna min, kesayetiya her yekî ji me, gelek rehendên wê yên cuda hene. Di zincîrefilma Fauda de, min aliyê tarî yê kesayetiya xwe azad kir. Karekî tijî zehmetî bû. Dikarim bibêjim, di çend salên borî de, ew film girantirîn karê min bû. Zehmet bû, lê di heman demê de jî, xweş bû. Gelek tişt ji hundirê min derxistin derve. Min pirsa te fêm kir û ew yek ji bo min jî, cihê hizir û bîrkirinê ye.

Zêdetir hezkirina te li ser ekteriyê ye an an dixwazî li ser şanoyê bî û muzîk lê bidî û stran bibêjî? An jî tu dixwazî herdu huneran biparazî?

Ez gelekî xwe di muzîkê de dibînim. Lê dixwazim, di paşerojê de karê zêdetir li ser ekteriyê jî bikim. Belkî bikaribim li welatê we karekî bikim. Derbirrîneke me heye dibêje, bi alîkariya Xwedê.

Werza çarem a Fauda kengî belav dibe? Em hemû çaverê ne! Gelo di werza çarem de jî te rol heye yan tiştek bi ser te tê?

Beşdariyê di werzê çarem de dikim, lê nizanim gelo heta dawiyê dimînim yan na, ev yek ji bo min jî cihê pirsê ye. Lê Koronayê her tişt rawestandiye. Bi nerîna min, çend mehan heta salekê dirêj dike heta em bikaribin amadekariyê ji bo werzê çarem bikin. Hêvîdar im ew yek zû rû bide û sala bê, em bikaribin werzê çarem bibînin.

Fauda çi tiştek di jiyana te de guehrt?

Amadekarî ji bo werzê sêyem gelek bû. Pêwîst bû bi başî xwe rahênan bikim û xwe fêrî Erebî bikim. Van tiştan wiha kir ku demeke zêde ji jiyana xwe ji bo wê zincîrefilmê terxan bikim. Min konsert û çalakiyên xwe yên mûzîkê ragirtin. Min kesayetiya xwe ya zincîrefilmê bi xwe re bire malê. Min pê re xew kir û jiyam. Bi nerîna min, herdem bi wî awayî ye ku mirov rolekê werdigre, jiyana wî heta demekê diguhere, lewma heta çend mehan ez ne (Îdan) bûm, lê belê (Sagî) bûm. Herwiha, dibînim beşek ji kesayetiya (Sagî) di hundirê min de maye û niha jî ligel min e.

Karaktera “Sagî” beşekî mezin a jiyana min bû, niha jî her wiha ye.

Di zîncîrefîlmê de tu evîndarê keçekê dibî bi navê Nurete, di jiyana rasteqîn ya te de Nureteyek heye?

Belê navê roniya jiyana min a rasteqîn, Meryem e. Hevjîna min e. Ez dibêjim wê ev pirs pê ne xweş be. Gelekî jê hez dikim û di karê ekterî, stranbêjî û mûzîkê de gelekî piştgiriya min dike. Ne hêsan e ji bo ti jinekê ku mêrê wê hinekî mijûlî kar be. Kêfxweş im ku piştgiriya min dike.

Di maweyê salên 2014 ta 2017 li Herêma Kurdistanê şerekî dijwar li bermaber DAIŞê hebû, Kurdistanê 1000 kîlometre bereyê şer li gel DAIŞê hebû. Eger fîlmekê derbarê wan karesatên bi ser Kurdistanê de hatine bê berhemanîn, tu dê beşdariyê tê de bikî?

Bi rastî kêfxweş dibim û şanaziyê pê dikim. Berê min gotiye, her dema ku Kurdan li ser televizyonê dibînim, ez wan weke beşekî ji kesûkarên xwe dibînim. Hest dikim ez bi wan ve hatime girêdan. Ji bo min şanaziyeke mezin e.

Destxweş, di plan û projeyên te de, sazkirina konsertekê li Kurdistanê heye?

Belê, weke berî niha min behs kir, berî çend salan me hewil da em werin, lê astengî ji me re dirust bûn. Ew xewna min e û hêvîdar im di paşerojê de bikaribim bêm û we rû bi rû bibînim û ji Israîlê çend diyariyan ji bo we bînim. Spas ji bo vexwendina we.

Te behsa wê kir, koronayê wênegirtina werza çarem a Faudayê daxistiye, gelo koronayê konsertên te jî daxistine?

Belê, me mezintirîn konserta xwe hilweşand. Li Israîlê cihekî me heye ji bo sazkirina helkeftên mezin, navê wî cihî Kesaya ye, nêzîkî çar heta pênc hezar kesî li xwe digire. Em neçar bûn wê konsertê hilweşînin ku dibû mezintirîn konserta salê. Dibe em bikaribin di meha yek ya li pêş de encam bidin.

Herwiha amadekarî ji bo wênegirtina werzê çarem ê zincîrefilma Fewda demeke dirêj dibe.

Zêdetir ji 200 hezar Cihûyan ji Kurdistanê koçî Îsraîlê kirin. Di nav wan de kesên binavûdeng ên wek te hene. Gelo peywendiya te li gel wan heye û ti kes ji wan nas dikî?

Belê, piraniya wan gîtarjen û piyanojen in, nizanim ekter jî hene yan na, lê dizanim hejmareke gelek ji xelkê Kurd li Israîlê bi huner û kultûrê re mijûl in. Lê nayê bîra min ku min ti cihûyekî xelkê Amêdiyê dîtibe ku mijûlî hunerê be, dibe min hinek kes dîtibin ku li zirneyê didin. Lê ew jî ji bo min cihê pirsê ye, ji niha û pê de dişopînim.

Me bihistiye ku hejmareke zêde ya Kurdên Cihû li Îsraîlê di nav artêşê de xizmet dikin. Gelo hejmara Kurdên Cihû li nav Artêşa îsraîlê zêde ye?

Ez hejmarê nizanim, ji ber ku leşkerên di nava artêşê de li gorî eslê wan yan jî cihê ku jê hatine nayêne rêzbendkirin, ka ji çi navçeyê hatine.

Lê dizanim ku leşkerekî ligel min xizmet dikir, ew jî xelkê Kurdistanê bû. Dizanim hejmareke gelek weke min û wî di nava artêşê de hene, lê nizanim çend in û nikarim bi hejmar bêjim. Ew ne tiştek e ku bihejmêrin, lê dizanim Kurdên Israîlê ji beşdarîkirina di nava artêşê de hez dikin û her weke berî niha min got, di warê kultûrê de jî, têkelbûneke ciwane.

Hûn li Îsraîlê agahdarê bûyerên li Kurdistanê ne? Bo nimûne ku şerê DAIŞê hebû, we dizanî li Kurdistanê çi diqewime?

Belê, bi rastî li ser tora civakî ya facebookê grûpeke me heye ji bo zanîna nûçeyên girêdayî Kurdistanê. Ji bo ku em bizanibin li wê derê çi dibe.

Herwiha em hewil didin guvaşê li ser hikûmeta xwe dirust bikin ji bo ku xema rewşa we bixwe û hewil bide tiştekî bike. Em bi xem in û balê dikişînin ser wan bûyerên ku li Herêma we derdikevin.

Bila pirseke din jî li ser bav û bapîrên te bikim, ji bo te qet behs kirine ka kengî koçî Îsraîlê kirine? Weke dizanim dawîn Cihûyên Kurdistanê di salên 50 yên sedsala derbasbûyî koç kirin, lêbelê pêş wê jî komelek din koç kiribûn. Qet bo te behs nekirin?

Bapîrê min, wate bavê diya min, sala 1926an koçî Israîlê kiriye. Wate gelekî berî damezirandina dewleta Israîlê. Ji aliyê bavê min ve jî, malbata wan ji salên pênciyan ve koçî Israîlê kirine, piraniya wan Kurdên Cihû ne, di destpêka salên pênciyan de koçî Israîlê kirine.

Tu sala 2006an beşdarî programa Îsraîl Idol bûyî, te pêşbînî dikir rojek ji rojan, bibî hunermendekî navdar ê Îsraîlê? Gelo hunera te ji wê programê ve dest pê kir?

Ji bo min weke mucîzeyekê ye, min didît ku jiyana min bi arasteyekê de diçe. Li beramberî serkeftinên xwe, her rojê spasiya Xwedê dikim. Ji bo min jî hemû ew tiştên ku piştî wî bernameyî rû dane ecêb in û ez pê sersam im. Nizanim çi bibêjim! Têkeliyek ji bext û alîkariya Xwedê ye.

Ji bo te sembola Kurdayetiyê çi ye, çawa dikarî bo me behs bikî?

Yekem tişt xwarinên kurdewarî ne. Şifte, kube, aprax û xwarinên din. Ev yekem tişt in ku têne bîra min, dema heval û xizmên me seredana me dikin, ew jî her bîrê li van xwarinan dikin.

Behreyeke baş a xelkê Kurd di amadekirina xwarinê de heye.

Spas Îdan, hêvîdar im ev peywendî her berdewam be û medyaya Kurd jî agahdarê kar û çalakiyên te be. Karên te bo me serbilindî ne. Her kes li ser ayîna xwe, lê em hemû Kurdistanî ne. Her hebî.

Gelekî spas ji bo dana vê derfetê. Gelekî kêfxweş im.

Rudaw
Top