Îro salvegera koça dawî ya helbestvan Seydayê Keleş e
Seydayê Keleş ku navê wî yê rastî Mele Hisênê Bizgûrî bû, sala 1930î li gundê Bizgûrê yê girêdayî Mêrdîna Serxetê hate ser rûyê dinyayê û di 18ê hezîrana 2007an de li Qamişloka Binxetê koça dawî kir û li goristana Qidûr Begê hate veşartin.
Seydayê Keleş zaroktiyeke dijwar derbas kir û hîn biçûk bû sêwî ma. Lê Keleş her li ber xwe da û hin dîwanên helbestan li pirtûkxaneya Kurdî zêde kir wek: Em û Dijmin – Rêka Gel – Derdê Milet – Ronahî – Pirtûka Gotinên Bav û Kala, Xebat – Helebçe û Berbang. Dîwana Baxistanê jî hên nehatiye çapkirin.
Helbestên Keleş fêmbar in û zimanê wî sade û zelal e. Keleş, Seydayê Cegerxwîn ji xwe re nola mamoste û rênîşander didît. Keleş wiha li ser helbesta xwe dibêje: “Gotinên helbestên min sivik in. Cegerxîwn qewîtî li min kiribû ez helbesta ku her kes jê fêm bike binivîsim.”
Keleş aşiqekî dilnazik û evînperest jî bû. Di helbesta “Gerdena Nazik” de, Keleş wiha behsa dildara xwe dike û dibêje: “
Gerdena nazik ji rîhanê mede ber pencerê
Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê
Zulf û xalan tu veşêre ebrû çavan bermede
Nabî kes vana bibîne û li wana binerê
Dergevan im bendewar im mal û halê min tu yî
Vî dilê seyda ditirsim tu bidî ber xencerê.”
Rudaw