• Tuesday, 30 April 2024
logo

Cegerxwîn di berhemên xwe de nijadperestiyê şermezar dike

Cegerxwîn di berhemên xwe de nijadperestiyê şermezar dike
Kuştina bêrehm a mirovê çermreş George Floyd di bin kaboka polîsekî çermspî de, ro bi nîvro û li pêş çavê hemû cîhanê, dîsa mijara cudakariya regezî û stemkariya li ser rengê mirovan li hemû dinyayê kir rojev.

Lê helbestvanê Kurd Cegerxwîn berî nêzîkê 65 salan, li ber vê mijarê sekinîbû û bi rêya helbestên xwe metirsiya vê mijarê û encamên wê li ser siberoja mirovatiyê anîbû ziman.

Seydayê Cegerxwîn helbestvanekî pêşketinxwaz û alîgirê wekheviya hemî mirovan bû. Di heman demê de li dijî cudakariya regezî û rengî bû.

Di dîwana xwe ya duyemîn “Sewra Azadî” de ku çapa wê ya pêşî sala 1954an li Şama paytexta Sûriyê hate çap û belavkirin, Cegerxwîn helbesta xwe ya navdar (Heval Pol Robson) nivîsî.

Cegerxwîn di vê helbesta xwe de bi tundî cudakariya regezî û ya li ser bingeha rengê laş û çermê mirovan şermezar dike û doza dadmendî û wekheviyê dike.

Seyda di hin beşên vê helbesta xwe de wiha dibêje:

Çi reşik çi spî belengaz bûn heval

Dikujin koledar xwedî gund xwedî mal

Qesra me bilind bexçe xweş û rind

Em tev de dilxweş li nav dimeşin

Tilûr diqişin cobar dixuşin

Çuqlî dihejin pelik diweşin

Çiya pir bilind dirêj gilover

Tîrêjê rojê xwe berdane ser

Dinya maye mişt ji jîn ji evîn

Çi reş çi spî tev bibin kirîv...

Firek bidin xwe em herin Merîx

Ev cîhana xweş

Besî teva ye çi spî çi reş

Tev bi hev re rind...

Nemînin sêwî birçî û tazî

Ne kuştin ne şer ne qîr ne gazî

Rudaw
Top