• Monday, 29 April 2024
logo

Hunermend Kazo strana 'Hewara Me' belav kir

Hunermend Kazo strana 'Hewara Me' belav kir
Di dema derbasbûyî de hunermendê Bakurê Kurdistanê, Kazo bi vîrusa koronayê ket û piştî çend rojan ji rizgarbûnê yekem berhema xwe piştî vê yekê belav kir.

Hunermend Kazo ji Rûdawê re ragehand, ev berhem bi navê Hewara Me ye û di vîdeoyekê de hatiye tomarkirin û ev dibe yekem berhema wî piştî ku bi vîrusa koronayê ket û jê rizgar bû.

Dengbêjê navdarê Kurd, hunermend Kazo û hevjîna wî meha roja 9ê Nîsana bihorî bi vîrusa koronayê ketibûn û li nexweşxaneyeke Stenbolê hatibûn razandin, herwiha keça wan a bi navê Rezan Şîrwan ku ew bi xwe jî stranbêj e, hatibû karantînekirin.

Kazo yek ji hunermend û dengbêjên Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1950 de li Wanê ji dayik bûye û her ji zaroktiya xwe ve stran gotine

Hunermend û dengbêjê navdarê Kurd, Kazo ku 70 salî ye, sala 1950an li gundê Govelek li parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê di nava malbateke dengbêj de ji dayik bûye, û her ji zaroktiya xwe ve hunera resen a Kurdî û dengbêjî nas kiriye û di temeneke zû de dest bi dengbêjiyê kiriye.

Hunermend Kazo xwediyê 50 albumên stranan e ku gel ji wan yên dengbêjiyê ne.

Rudaw
Top