• Monday, 29 April 2024
logo

Helbestvan û nivîskarê Kurd Reşîd Yûsifî bi koronayê wefat kir

Helbestvan û nivîskarê Kurd Reşîd Yûsifî bi koronayê wefat kir
Helbestvan û nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Reşîd Yûsifî ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê li bajarê Sineyê koça dawî kir.

Li gor zanyriyan, nivîskar û helbestvanê Kurd Reşîd Yûsifî beriya çend rojan bi nexweşiya koronayê ketibû û li Nexweşxaneya Tewhîd a bajarê Sineyê hatibû razandin û çareserî werdigir.

Lê belê ji ber xirabûna rewşa wî ya tendirustî, Yûsifî roja Şemiyê 30ê Gulana 2020an di temenê 48 saliyê de li heman nexweşxaneyê bi sedema koronayê canê xwe ji dest da.

Reşîd Yûsifî di sala 1972an de ji dayik bûbû û ji salên 1990î ve heta sala 2000 li Encûmena Ferhengî Edebî û Hunerî ya Mewlewî yê Kurdî weke helbestvanekî ciwan roleke wî ya berbiçav hebû.

Heta niha dîwaneke helbestvan Reşîd Yûsifî çap bûye.

Rudaw
Top