• Tuesday, 30 April 2024
logo

Rojhilat- 3 nivîskarên kurd xelata Mehreganê ya Edebiyatê wergirtin

Rojhilat- 3 nivîskarên kurd xelata Mehreganê ya Edebiyatê wergirtin
Duhê roja yekşemê 31.05.2020an navê wan kesan xelata dewreya 19 û 20an a Mehreganê edebiyatê li Îranê hate aşkerekirin û navê 3 nivîskarên kurd ji Rojhilatê Kurdistanê jî di wê lîsteyê de cîh digirin.

Lîjneya Xelata Mehreganê ya Edebiyatê ragihandiye romana "Grewî Bextî Helale" ya Eta Nehayî ku ji aliyê Reza Kerîm Mecawer ve bo farsî hatiye tercûmekirin û romana "Koçî Şamar" a nivîskar Ferhad Heyderî Goran nivîsandiye û roman "G" ya Zahîd Barxuda Herkameyan hatine xelatkirin.

Romana Grewî Bextî Helale, di beşa "zimanê dayikê"de û bergirî li mafên jinan, rexne li ferhenga nêrîtî û modêrnîteya Ewrûpayê dijberiya tûndiyê di bîstemîn dewreya Xelata Mehregana Edebiyatê de hat xelatkirin.

Herwiha romana “Koçî Şamar” a Ferhad Heyderî Goranî û di heman deme de romana "G" ya Zahîd Barxuda jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Basnews
Top