• Monday, 29 April 2024
logo

Keda ronakbîrên kurdên Sovyet bûye milkê tevaya gelê kurd

Keda ronakbîrên kurdên Sovyet bûye milkê tevaya gelê kurd
di warê wêje û rewşenbîrî de jî xizmetên mezin pêşkêş kirine
Hinek caran em gazinan dikin ku di nav me kurdan da hevduhezkirin, hevgirtin, hevduqîmetkirin zêde tune. Logoya malpera ”Zimanê Me” ya bi rêberîya birêz Bawer Agirî vê yekê înkar dike.

Di nav wêneyên bîst kurdên di cihanê da binavûdeng da, wek Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şêrko Bêkes, Cegerxwîn, Pîremerd û yên din, 3 kurdên Sovyet yên xwedî kedeke pir di nava karê pêşxistina ziman, wêje û çanda kurdî da – Erebê Şemo, Qanatê Kurdo û Xelîlê Çaçan hene.

Erebê Şemo – bingehdarê edebîyeta kurdî, xwedîyê romana kurdî a pêşin “Şivanê Kurmanca”, damezirênerê elfabaya kurdî a latînî a pêşin;
Qanatê Kurdo – zimanzanê mezin, xudanê Ferhenga Kurdî-Rûsî a bi 34 hezar gotinan û gelek berhemên din, ku bi serokatîya wî zêdeyî 30 kes bûne doktorên zanyarîyê;
Xelîlê Çaçan – bi serokatî û rêvebirîya wî ya Radyoya Kurdî ya Rewanê ya 24 salan hemû 1800 stiran û pîês-şanoyên di ”Fonda Zêrîn” da heyî hatine qeydkirin û bûne milkê tevaya gelê kurd, bi wê yekê va bi mîlyonan kurd şîyar bûn.
Top