• Monday, 29 April 2024
logo

Encama Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî diyar bû

Encama Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî diyar bû
Encama Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî sala 7. diyar bû. Di encama îsal de li gorî biryara juriyê, dosyeya Suat Baran ya bi navê Kitêba Elbakof hêjayî hat dîtin.

Amadekarên vê pêşpirkê Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor e. Wekî tê zanîn îsal cara 7. li ser navê şairê gewre Arjen Arî pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Di Mijdara 2019an de îlana îsalîn hatibû ragihandin. Îsal encamnameya pêşbirkê, ji ber pandemiya coronavirûsê, ne bi civandina kedkarên çapemeniyê, bi awayeke nivîskî hat eşkerekirin.

Amadekarên pêşpirkê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha behsa girîngiya pêşpirkê kirin,

”Îro cejna zimanê kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek ciwanên qelemxurt bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan û gelek ciwanên dî edebiyata kurdî her bi pêş ve biçe.”

Xelata pêşbirka Arjen Arî îsal Suat Baranî girt

Îsal 5 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Fewzî Bîlge, Yeqîn H., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyeyan nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qineta hevpar a her pênc endamên juriyê, bi boneya ku xwediyê dosyeyê edebiyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêviya pêşketinê dide, dosyeya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî dîtin.

“Emê tarîx û ciyê merasîma xelatdanê, di rojên bê de ragihînin raya giştî”

Daxuyaniya nivîskî ya amadekarên vê pêşbirkê wiha berdewam kir,

“Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin û me hêvî heye ku bi vê xelatê, vê afirînerî û çalakvaniya xwe di qada helbesta kurdî de hê bi pêştir bixe. Ligel vê xelatê weke tê zanîn em her sal xelata rûmetê jî didin. Îsal Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. Salên dûdirêj in ku Şebnem Korur Fincancı weke seroka giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li hemberî îşkence û zordestiya hêzên dewletê xebatên zanistî dimeşîne, bi tedawî û koordînasyona kesên îşkencedîtî ve mijûl dibe, her parastina mafên gelê kurd dike û ji bo dostaniya gelên rojhilatanavîn û dinyayê têdikoşe.

Me merasîma xelatdanê ev çend salên dawîn di Fûara Pirtûkan a Amedê de li dar dixist. Lê em ji niha ve nizanin bê ka dê fûar li dar bikeve yan na. Ji ber hindê em ê tarîx û ciyê merasîma xelatdanê, li gor seyra pandemiya Covid-19ê, di rojên bê de ragihînin raya giştî.Weke her sal, em dîsa bang li canik û camêrên ciwan dikin da ku sala bê helbestên xwe bo pêşbirka helbestana a Arjen Arî bişînin û em bang li sazî û dezge û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin.”

Suat Baran kî ye?

Sala 1986an li Wanê hate dinyayê û zaroktî û balixiya xwe li Trabzonê derbas kir. Li Zanîngeha Stembolê Ziman û Wêjeya Yûnaniya Nûjen (2008) û li Zanîngeha Yıldız Teknikê Mamostetiya Îngilîzî (2015) kuta kir, dûre li Zanîngeha Bilgiyê di beşa Cultural Studies de mastera xwe wergirt (2014) û niha jî li Zanîngeha Boğaziçiyê di beşa Edebiyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Di teza xwe ya masterê de li ser trawmaya zimên û bêdengiyê xebitî di roman û çîrokên Suzan Samanciyê de.



Ev deh sal zêdetir e bi karê wergera edebî re jî mijûldar e hem ji yûnanî hem jî îngilîzî. Ji yûnanî bo tirkî 5 wergerên wî wek kitêb çap bûne di navbera 2007-2010an de. Lê dûre dev ji wergera tirkî berda û bala xwe bêtir da kurdî. Heta niha gelek wergerên wî yên bi kurdî yên gotar, çîrok û helbestan di kovarên mîna Yazınca, Tabularasa, Wêje û Rexne, Zarema, Jehr, Asîva, Derwaze û bloga wî (wergeraedebi.blogspot.com) de derketine. Di ekîba derxistina kovara nîv-akademîk ya Zaremayê de rolek girtiye. Ji bilî karê wergerê, bi sê zimanan xebatên xwe yên akademik didomîne. Ji xeynî wergerê çîrok jî nivîsandine lê tu carî ji çîrokên xwe razî nebûye. Têkiliya wî ya bi helbestê jî, herçiqas ji nivîsandinê bêtir dixwend jî, ji demên wî yên lîseyê vir de tu carî qut nebûye. Lê piştî çendin ristên wî yên bi tirkî, biyûnanî û bi îngilîzî ku li Yûnanistan û Letonyayê di kitêb û salnameyan derketine, meyl û keda xwe da û dide helbesta kurdî. Ji ber ku kurdî ji bo wî zimanê yekane ye ku xwe tê de azad û dûrî zehmetiyên dinyayê dihese.

Basnews
Top