• Monday, 29 April 2024
logo

Dengbêj Kazo: Rewşa min baş e

Dengbêj Kazo: Rewşa min baş e
Dengbêjê Kurd ê navdar Kazo ku bi vîrusa koronayê ketibû, ragihand ku rewşa wî baş e.

Roja 13ê meha Nîsanê hatiye belavkirin ku hunermendê Kurd ê navdar Kazo bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketiye.

Ew hunermendê Kurd piştî wergirtina çareseriya pizîşkî li nexweşxaneyeke taybet a Stenbolê, li mala wî tedawîkirina wî berdewam kir.

Piştî maweyê 14 roj kerentînkirinê, hunermend Kazo careke din bo pişkinîna kornayê çû nexweşxaneyê û cara duyem jî testa wî ya koornayê pozîtîv derket.

Dengbêj Kazo bi rêya girte videoyekê ji malpera Independent Tirkî re ragihand ku rewşa tendirustiya wî baş e û saya eleqeya hezkiriyên xwe li ser piya maye.

Hunermendê kurd amaje bi wê jî dike, li nexweşxaneyan gelek kes berxwedana jiyanê didin û got ku bi moral însan dikare bi ser wê nexweşiyê de zal bibe û ew bi saya piştevaniya xelkê baştir bûye.

Hunermend Kazo spasiyên pêşkêşî hunermend, siyasetmedar û her kesî kir ku di vê qonaxê de piştevaniya wî kirine.

Rezan Şîrvan, keça hunermend Kazo aşkere kir ku testa duyem ya bavê pozîtîv derketiye û diyar kir, “Li gel dayika min ji bo maweyê 14 rojên din dê li malê kerentînkirî bin.”

Rezan Şîrvan got ku dayik û bavê wê di odeyên cuda de li malê di bin kerentînê de ne û ragihand ku rewşa wan baş e û hefteyek maye ji bo temambûna kerentînê.

Rudaw
Top