• Monday, 29 April 2024
logo

FNDK: Em bi tundî êrîşên li ser Şivan Perwer şermezar dikin

FNDK: Em bi tundî êrîşên li ser Şivan Perwer şermezar dikin
Rêveberiya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan ragihand, “Em bi tundî êrîşên li ser Şivan Perwer şermezar dikin, ku bi awayekî ne medenî tên meşandin û dûrî normên her olekê ne.”

Rêveberiya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) derbarê daxuyaniya hunermend Şivan Perwer a derbarê Kurdên Êzidî de daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyêd de hatiye gotin ku beşek ji gotinên Şivan Perwer berevajî hatine nîşandan û hatiye gotin, “Em li ser wê bawerîyê ne, ku ev hewlên qirêj dijî karmendê binavûdeng yê çanda kurdî, ku hunera wî bû serkanîya hişyarbûna nifşên genc him bo kurdên misilman, him jî kurdên Êzidî qet ne nêzîkî aqilan e û nayê qebûlkirinê.”

Her di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Em bi tundî êrîşên li ser Şivan Perwer şermezar dikin, ku bi awayekî ne medenî tê meşandin û ew dûrî normên moralê-êtîkî yê her dînekî ne. Heyf, ku çend nûnerên ruhanîya Êzidîyan jî ketine nava vê şaşîtîyê. Nûnerên ruhanîyê, ku gorî dîn gerekê qencîyê, hezkirinê, merivatîyê, berbihêrîyê û sebirê bikine hiş û sewdayê merivan, di hindava merivekî wisa da gotinên bêhurmetîyê bi kar tînin û gefan li wî dixun, yê ku tevaya jîyana xwe dîyarî gelê xwe kirîye.”

FNDK dibêje jî, “Balkêş e, ku hinek nûnerên kurdên misilman jî ketine nava koma dijberên Şivan Perwer da û ser wê bawerîyê ne, ku gotinên Şivan Perwer qedirê îslamê dikevin.Em li ser wê bawerîyê ne, ku tu welatparêzek, ne kurdê Êzidî, ne jî kurdê misilman, wê ev cûreyên heqaretê û bêhurmetkirinê di hindava şexsekî qedirgir qebûl neke. Merivên wisa bi helwestên xwe yên bêaqil û bê bingeh yên di medya civakî da alî tevrabûna dijberîyê di navbera olan da dikin û dijminatîya yekgirtina miletê kurd dikin. Kesên wisa ji hemûyan pirtir zirarê didine ruhanîya Êzidîyan û tevaya olka Êzidîxanê.”

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “êrîşên li ser Şivan Perwer di demeke ji bo gelê kurd dijwar e de diqewimin. Dijminên gelê me her tişt dikin bona di nava kurdan da dubendî û dutîretî hebe û wek herdem helwesta wan eynî ye: Perçe bike û xwedî lê derkeve. Û ew wek herdem, bi riya cesûsên xwe yên di nava kurdan da kar dikin, hewil didin dijberîyan saz bikin. Pir hêsa ye li ser bingehê dereceya sîyasî ya nizim ya hinek nûnerên ruhanî dijminatîya dînî tevrakin.”

Rêveberiya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan dibêje jî, “rewşa li dora Şivan Perwer hatîye sazkirin, şerê dijî gelê me ye, ew mesele bi zanebûn tê sincirandinê.”

Herwiha di daxuyaniyê de helwesta Şivan Perwer a lêborînxwestinê bilind hatiye nirxandin û hatiye gotin, Şivan Perwer erkê xwe yê netewî da ber çavan û ji Êzidîyan lêborîn xwest, bi wê yekê ve mezinaya xwe wek welatparêzekî rasteqîn û merivekî mezin nîşan da.”

FNDK bang li Kurdan jî dike “hay ji desîsî û fenegurîyên dijminên me yên pirjimar hebin, guh nedine şerletanîyan û yekîtîya xwe bidine qewînkirin, bi riya guftûgoyên medenî pirsên xwe yên hundurîn çareser bikin, di nav wan da herwiha pirsgirêkên olî jî.”

Rudaw
Top