• Tuesday, 30 April 2024
logo

Şanogerê Kurd Osman Xunav: Me nedikarî dengê xwe bilind bikin

Şanogerê Kurd Osman Xunav: Me nedikarî dengê xwe bilind bikin
Hunermendê Osman derbarê salên destpêka jiyana xwe ya şanogeriya Kurdî de dibêje, “Şano bi dengekî bilind tê lîstîn lê wê demê me nedikarî dengê xwe bilind bikin, qedexe bû.”

Lîstîkvan û şanogerê Kurd Osman Xunav bû mêvana bernameya “Suhbeta li Hewşê” ya Rûdawê û behsa jiyan û kar û xebatên xwe kir.

Osman Xunav dibêje di salên wî yên zaroktiyê de, bapîrê wî ji Dêrik, Şemrex û Qoserê dengbêj dianîn malê ku wê demê li Amedê niştecih bûbûn.

Ew hunermendê Kurd derbarê rewşa Amedê di wan salên ku ew lê bicih bûbûn dibêje, salên 73-74 bû ew hatin Amedê diyar dike, “Tê bîra min cîranên me tirk û tirkmen bûn. Ew anîbûn kolan bi kolan bicih kiribûn.”

Osman Xunav diyar dike ku wê demê jî bişaftinek hebû û kesên bi Kurdî diaxivîn “biçûk, paşdemayî û gundî” dihatin ditîn û diyar dike ku wî wê demê jî dianî ziman ku Kurd jî xwedî çand û zimanekê ne.

Derbarê jiyana xwe ya lîstîkvanî û şanogeriyê de jî Xunav dibêje, “Apê Mûsa, Îsmet Şerîf Vanli, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz û Filîz Oguz, van wê demê Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn ava kirin” û diyar dike ku wê demê ew ew 9-10 kes şanogerên Kurd bûn û bi wî awayî jiyana wî lîstîkvaniyê dest pê kir.

Osman Xunav behsa rewşa wê qonaxê jî dike û dibêje, “Bi rastî gelek zehmetî hebûn, me nedikarî dengê xwe bilind bikin, şano bi dengekî bilind tê lîstîn lê me nedikarî. Qedexe bû.”

Derbarê cudahiya di navbera şanogerî û lîstîkvaniyê de Osman Xunav dibêje, zehmetiya şanoyê zêdetir û bi mehan amadekarî divê û bi zindî tê lîstîn û li ser rolên ku herî zêde dixwast bilîze jî dibêje, wî gelek dixwast di Dewrêşê Evdî de Zor Temir Paşayê Milî û di Zembîlfiroşê de Mîr bilîze û ew herdu rol jî lîstîne ku Mirada wî bûne.

Osman Xunav di dewama gotinên xwe de dibêje, ew li Başûrê Kurdistanê zêdetir bi rêzefîlmê ‘Cîran Cîran’ tê naskirin û diyar dike ku ew rêzefîlm ji aliyê rêveberiya kenalê ve hat rakirin û li ser sedema wê jî aşkere dike, “Ew qas dihat temaşekirin ku êdî diyar dibû ka çend milyon Kurd li Tirkiyê û cîhanê hene û ev derdiket holê. Ji ber pêvajoya çareseriyê dengê xwe nedikirin û lê paşê… wê saetê kîjan rêzefîlma tirkî bilista têk diçû.”

18ê Îlona 1969an li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bû û dema temenê wî 3-4 salî bû, malbata wî koç kir û li Amedê bicih bû.

Rudaw
Top