• Tuesday, 30 April 2024
logo

Şêwekarekî Kurd bi qehwê tabloyan çêdike

Şêwekarekî Kurd bi qehwê tabloyan çêdike
Şêwekar Franko Omer ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, niha koçberî Almanyayê bûye, bi qehweyê tabloyan çêdike.

Hunermendê Kurd Franko Omer ji gundê Qere Tepe yê ser bi Efrînê ye û ew şêwekar, stranbêj û muzikjen e, lê herî zêde bi nîgarkirina bi qehweyê tê naskirin.

Çîroka Franko Omer a nîgarkirina bi qehweyê vedigere bo berî 40 salan.

Franko Omer wiha behsa hunera xwe ya bi qehweyê dike: “Bi qewheya hûr a weke ard nîgar xweştir tê çêkirin. Berê dema qehwe dirija me hewl dida em şekla bidin wê. Pêştir me qehwe berdida li ser tabloyan û me tabli xwar dikirin û bi wî awayî şekil çêdikir.”

Tabloyên Frankoy ên realsitîkî yên rengîn jî hene û di gelek ji wan da hezkirina wî ya bo sirûştê diyar e, lê teknîk û nexşeyên ji qehwê di afirînê, karê wî yê piştî qehweya serê sibê ye. Reng di nîgarkêşiyê de mujareke serekî û girîng e, lê ji ber qehweyê reng nîne û ton hene; Franko vê cudahyê baş dizanine wê baş bikar tîne.

Mjarê rojevê û helkeftinên Kurdî û cîhanê ji bo Franko dibin mijarên tabloyên bi qehweyê.

Rêbaza parastina tabloyan heman ew rê ye ku ji bo parastina kevallên rengîn tê bikaranîn e.

Franko Omer di sala 1955 ji dayîk bûye û bi Kurdî û Erebî jî stranan dibêje.

Li seranserî Kurdistanê şêwekarên astblind û jêhatî hene lê rewşa wêran a wellat û civaka wan; şansê gihîştina navend û bazarên cîhanî kêm e.

Rudaw
Top