• Sunday, 19 May 2024
logo

Nasir Rezazî: Ez dê wê demê vegerim Kurd desthilat bin

Nasir Rezazî: Ez dê wê demê vegerim Kurd desthilat bin
Hunermendê navdar ê Kurd Nasir Rezazî, derbarê belavbûna beşek ji straneke wî li medyaya Îranê û îddîayên derbarê vegera wî de bo Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê wê demê vegere Rojhilatê Kurdistanê ku kurd xwedî çarenivîsa xwe bin û biryarder bin.

Televîzyona fermî ya Komara Îslamî ya Îranê çend roj berê cih dabû beşek ji straneke hunermendê Kurd Nasir Rezazî û herwiha wêneyekî wî ji aliyê parlamenterekî berê yê Rojhilatê Kurdistanê ve hatibû belavkirin ku vê yekê deng vedabû û denûbehsek li torên civakî belav bûbû ku dê Rezazî vegere welat.

Hunermendê Kurd Nasir Rezazî di daxuyaniya xwe ya derbarê vê mijarê de diyar dike, weke hunermendek ku nîv sedsal e xebatê dike, rojane xelkekî zêde daxwaza wênegirtinê lê dikin û beşek zêde ji wan jî nas nake û derbarê wî wêneyê li gel parlamenterê berê yê Rojhilat de jî, tekez dike, “Ew wêne jî li Silêmaniyê hatiye girtin û ez wan kesan jî nas nakim ku di wêneyê de li gel rawestiyame.”

Nasir Rezazî di wê daxuyaniyê de diyar kiriye, di demekê de ku têkoşerên gelê Kurd li zîndanan di bin zilmê de ne û tên darvekirin, “kenala yek a Komara Îslamî ya Îranê dest avêtiye belavkirina beşek ji yek ji stranên min, lêbelê agahiya min li tiştekî nîne û nebûye.”

Derbarê îddayên vegera bo Rojhilatê Kurdistanê de jî ew hunermendê Kurd tekez dike, “Ev 40 sal e ji axa dûr im û bêriya Sinê dikim, lêbelê ez û stranên min qaçax in û niha ez dê çawa vegerim? Ez dê demekê vegerim Rojhilatê Kurdistanê ku Kurd netewê pileya du nebin û Kurd xwedî keramet, îrade û serxwebûna xwe bin û bi xwe biryarderên çarenivîsa xwe bin.”

Herwiha Nasir Rezazî red dike ku ti kesekê daxwaza vegerê lê kiribe û diyar dike ku ji ber ku qaçax bû bi salan li Başûrê Kurdistanê maye û dibêje eger daxwaza vegerê lê bê kirin jî ew dê red bike û tekez dike, “Di demekê de xelk di zehmettirîn rewşê de ne ez dê çawa vegerim?”

Rudaw
Top