• Sunday, 19 May 2024
logo

Nîgarkêş Behram Haco: Kurdayetî di berhemên min de diyar e

Nîgarkêş Behram Haco: Kurdayetî di berhemên min de diyar e
Nîgarkêşê Kurd Behram Haco dibêje, “Kesê ku berhemên min dibîne, dizane ku kurdayetiya min di wan de heye.”

Nîgarkêşê navdar ê Kurd ku ev bi dehan salan e ji Kurdistanê dûr, li xerîbiyê, xebatên yên hunerî birêve dibe û navê wî li cîhanê belav bûye, di fîçereke taybet de ji Rûdawê re behsa kar, xebat û jiyana xwe kir.

Behram Haco, di navendên hunerî yên nîgarkêşiya Ewropayê de, navekî diyar e, nivîsên rexneyî di astên bilind de li ser kar û berhemên wî hatine nivîsandin.

Ew bi nîgarên xwe yên derbirîna modern û modern expiration û derbirîna moderna Almanî tê naskirin. Behram Haco dibêje, “Kesê ku bibîne dizane ku Kurdayetiya min di karên min de xuya dike.”

Di cîhana Erebî de ew weke hunermendekî ji Sûriyê tê nasandin lê ew dibêje, “Ez dibêjim ez Kurd im û ji Sûriyê me. Ez ji Rojava me ji parçeyekî Kurdistanê me li Sûriyê.”

Ew nîgarkêşê Kurd aşkere dike, wî gelek caran Mela Mistefa Barzanî dîtibû û dibêje, “Tişta ku Serok Barzanî kir ji Kurdan re heta niha ti kesî nekiriye.”

Behram Haco herwiha dibêje, wî yekem car portreyê Mela Mistefa Barzanî amade kir û diyarî kir.

Piştî 27 sal dûrketina ji welat û belavbûna navê wî li cîhanê, hikûmeta Sûriyê deriyê dewletê jê re vekir. Haco li ser vê yekê dibêje, “Heta navê min belav nebû, hikûmeta Sûriyê rê neda ez vegerim.”

Tablo û berhemên Behram Haco bi sedan hezar dolaran hatine firotin. Hevjîna Mîrê Qeterê 5 tabloyên wî kirîne. Li Amerîka û Ewropayê jî bazara tabloyên wî germ e.

Derbarê berhemên xwe de Haco dibêje, ew ti caran neketiye bîra firotina tabloyên xwe û tekez dike, ““Ez ji xwe re dişûxilim. Ez ti caran wê nafikirim ka karê min, dê bê firotin an na. Tişta di dilê min de heye ez di tabloyên xwe de diyar dikim. Dema ku tablo xilas dibe ez kêfxweş dibim.”

Ev 45 sal e Behram li Almanyayê dijî û di nav civaka wî welatî de şareza bûye, lê dibêje, “Ez 100 hezar salên din li Almanyayê bimînim, ez nabim Almanî.”

Sala 2011an hêviyên Behram têk çûn û êdî li şûna Qamişlo wî berê xwe da New Yorkê û ew dibêje, “Min xanî jî ava kir û dixwast zêdetir li wir kar bikim, lê çê nebû.”

Behram derbarê vegera xwe bo Qamişlo de jî bi çavên tijî rondik dibêje, “Ez dixwazim li wir bêm veşartin. Ne li xerîbiyê.”

Nîgarkêşê Kurd Behram Haco, behsa bexwedana Kobaniyê jî dike û dibêje, “Roja ku Kobanî neket, ez gelek pê kêfxweş bûm û serfiraz bûm.”

Behram Haco ku navê wî li cîhanê belav bûye, sala 1952an ji dayîk bûye, sala 1976an li zanîngeha Ministre şûnwarnasî xwend û paşê li zanîngeha pedagogiyê, werziş û huner xwend û niha jî li ser kar û xebata xwe berdewam e.

Rudaw
Top