• Sunday, 19 May 2024
logo

Hunermendên Rojava klîpek bi zimanên Kurdî û Erebî belav kirin

Hunermendên Rojava klîpek bi zimanên Kurdî û Erebî belav kirin
Hunermendên Rojavayê Kurdistanê, klîpa xwe ya herî nû bi navê Revanê Resen li tora civakî ya YouTube belav kirin, ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî têde xwandine.

Hunermendên Kurd û Ereb bi hev re klîpeke balkêş amade û belav kirine, têde bi zimanên li herêma Rojavayê Kurdistanê distirên, vê carê Mardînlî jî têde heye.

Di klîpê de, hunermendên Kurd û Ereb ên ji herêmê beşdar bûne.

Berhema nû ji aliyê hunermend Bêkes Darî ve hatiye amadekirin û Kawe Xalîd dabeşkirina muzîkê jê re kiriye û 22 hunermendên Kurd û Ereb bi hev re distirên.

Vîdyoklîp ji aliyê Hunergeha welat ve hatiye amadekirin û Delîl Mîrsaz derhêneriya wê kiriye, herwiha Ronî Elî karê montajê û Elî Koçer û Roder Hebîb karê kişandina dîmenê klîpê encamp dane.

Di klîpê de stranên folklorî yên wek Zembîlfiroş û Hoy Hoy Memo û Hoy Hoy Esmer hatine xwandin, ku xelkê Kurdistanê ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek bîrewerî li gel wan stranan hene.

Rojavayê Kurdistanê mozaîkek e, Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Misilman, Êzidî, Mesîhî û gelek pêkhateyên din bi hev re di nava pêkvejiyan û aştiyê de dijîn.

Rudaw
Top