• Sunday, 19 May 2024
logo

Zanîngeha Torontoyê li Kanadayê kursa Ziman û Edebiyata Kurdî vedike

Zanîngeha Torontoyê li Kanadayê kursa Ziman û Edebiyata Kurdî vedike
Zanîngeha Torontoyê ya li Kanadayê, bo xwendekarên xwe kursa Ziman û Edebiyata Kurdî saz dike.

Prof. Jaffer Sheyholislamî (Ceifer Şêyxûlîslamî) ji Rûdawê re ragihand ku li Beşa Şaristaniyên Rojhilata Navîn û Nêzîk li Zanîngeha Torontoyê dê di navbera 4ê Gulan û 15ê Hezîrana 2020an de, dersa Ziman û Edebiyata Kurdî bide.

Sheyholislamî diyar kir, ku kurs ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve hatiye amadekirin û ders dê bi zimanî îngilîzî bin û wiha pê de çû: “Piştî ku Rêveberiya Zanîngeha Torontoyê dît ku eleqeyek baş ji bo mijarên derbarê Kurd û Kurdistanê de û konferansa ji bo bibîranîna nivîskarê Kurd Amir Hassanpour a di sala 2018an de heye, ez bo pêşkeşkirina dersa Ziman û Edebiyata Kurdî vexwendim zanîngehê. Rêveberiya Zanîngehê ji min xwest ku ez kursa Ziman û Edebiyata Kurdî saz bikim.”

Bi gotina Sheyholislamî plana kursê ji bo carekê tenê hate amadekirin, lê eger beşdariyek û eleqeyeke baş bo Ziman û Edebiyata Kurdî hebe, kurs dê berdewam hebin.

Sheyholislamî da zanîn ku cara yekemîn e, li Bakurê Amerîkayê zanîngehek kurseke bi vî awayî saz dike û got: “Zanîngeha Torontoyê yek ji navtirîn zanîngehên cîhanê ye, lewma serkevtina kursê gelek girîng e. Eger ev kurs bi awayeke serkevtî bi qede, dê kursên nû jî vebin. Herwiha dibe ku lêkolînên Kurdî jî were destpêkirin. Rêveberiya Zanîngehê girîngiyê bi daxwaz û eleqeyê dide.”

Mamosteyê zanîngehê, herwiha eşkere kir ku mebest ji kursê ne fêrkirina zimanê Kurdî ye, lê ew dixwazin derbarê çand, edebiyat û dîroka Kurd û Kurdistanê de zanyariyên rast bidin.

Xwendekarên li zanîngehên din jî dikarin beşdarî kursê bibin.

Rudaw
Top