• Sunday, 19 May 2024
logo

Hunermedên Kurd piştgiriya xwe bo Îtalyayê nîşan dan

Hunermedên Kurd piştgiriya xwe bo Îtalyayê nîşan dan
Hejmareke hunermendên Kurd ji bo piştgiriya xelkê Îtalyayê ku zêdeyî du hefteyan e ji ber vîrusa koronayê di karantînê de ne, strana ‘Çaw Bella’ gotin.

40 hunermend Kurd ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê sirûda “Bella Ciao” ku bi Kurdî bi navê ‘Çaw Bella ‘ hate amadekirin, gotin û li ser medyaya civakî belav kirin.

Hunermendên kurd ki di nav çend hunermedên weke Hesen Şerif, Mizgîn Tahir, Hozan Aydin, Diyar Dêrsim, Xelîl Xemgîn, Seyitxan, Kawa, Rotînda, Serhat Çarnewa, Heja Turk, Dilovan û Ayfer Duzdaş di nav de ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê ya ku ji ber koronavîrusê bi hefteyan e, di karantînayê de ne, ew stran gotin.

Di dawiya klîbê de bi Kurdî û Îtalyanî ‘Sepre sîamo însîeme – Em dê her dem bi hev re bin’ hate nivîsandin.

Rudaw
Top