• Sunday, 26 May 2024
logo

Helbestvanê navdar yê Kurd wefat kir

Helbestvanê navdar yê Kurd wefat kir
Li gor nûçeyeke Kurdpa, Helbestvan û peykertaşê navdar yê Kurd Mamoste Hişmet Mensûrî wefat kiriye.

Jêder belav kiriye ku Mamoste Hişmet Mensûrî di temena 84 salî de li bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê wefat kiriye.

Hişmet Mensûrî bi zaraveya Kelhurî helbestên xwe nivîsandiye û xwedan çend berhemên wêjeyî bi zaraveya Kelhuriye.

Navhatî berhemeke xwe ya gelek girîng heye bi navê Mesneviya Kurdî ku babetên civakî, jiyana rojane bi zimaneke helbest û rexneyê hatiye amadekirin.
Top