• Monday, 27 May 2024
logo

Sine – Hunermend Gulzar Mihemedî koça dawî kir

Sine – Hunermend Gulzar Mihemedî koça dawî kir
Îro roja yekşemê 08.03.2020an hunermend û aktera kurd Gulzar Mihemedî koça dawî kir.

Ligor zanyariyên ajansên Rojhilatê Kurdistanê belavkirine; hunermend Gulzar Mihemedî demeke dirêje li nexweşxaneyên Tehranê ji ber nexweşiya şêrpenceyê tedawî dibû. Herwiha beriya bi çend rojan bi Sinê hatibû veguestin. Piştî koça dawî hunermend Gulzar Mihemedî li nexweşxaneya li beşa hunermendan a Goristana Behiştî ya Sineyê bi axê hatiye spartin.

Hunermend Gulzar Mihemedî di sala 1977an da li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û di warê şano û sînemayê de xwendina xwe bi dawî kiriye. Di tîmên şanoyên Îranê da cih girtiye û beşdarî gelek festîvalan bûye.

Rudaw
Top