• Sunday, 26 May 2024
logo

Sînemxan Bedirxan di klîpa nû ya Narîn Feqe de rol dibîne

Sînemxan Bedirxan di klîpa nû ya Narîn Feqe de rol dibîne
Hunermenda Rojavayî Narîn Feqe bi helkefta 8 Adarê Roja Cîhanî ya Jinan vîdeoklîpek bi navê 'Jin jiyan e' belav kir û di vîdeoklîbê de Sînemxan Bedirxan jî cih digire.

Hunemrenda Kurd Narîn Feqe ev vîdeoklîpa xwe ya nû li ser tora civakî ya YouTube belav kiriye.

Narîn Feqe ragihand, ku wê wek rêzgirtinek li hember xebat û têkoşîna jinên Kurd, ev klîp amade kiriye û navê vê jî kiriye Jin jiyan e, lewma jî hejmarek jinên têkoşer ên Kurd beşdarî di vîdeoklîpê de kirine, ku Sînemxan Bedirxan, şahzadeya mîrîtiya Botanê yek ji wan kesan e.

Gotinên strana nû ya Narîn Feqe ji aliyê Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin, melodî û karê dabeşkirina muzîkê de ji aliyê Elî Şakir ve hatiye encamdan.

Herwiha vîdeoklîp li Swêdê hatiye amadekirin û Hejar Duhokî karê derhêneriya wê kiriye.

Narîn Feqe sala 1980an li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke hunerdost de ji dayik bûye û bav û bapîrê wî jî hunermend bûn. Dîwanxaneya malbata wê jî hertim cihê civîn û civatên hunermendên navdar bûye, ku wê yekê bandoreke mezin li ser hunermend Narîn Feqê hebûye.

Ew hunermenda Kurd ji sala 1991an ve li Swêdê dijî û berdewam bûye li ser xwandina xwe ya bilind û bawerînameya Masterê di warê Mafnasiya Ewropî de wergirtiye.

Narîn Feqe ji bilî stranên bi Kurmancî, bi zaraveya Kurdiya Soranî jî stran gotine û heta niha 4 albumên wê yên muzîkê hene.



Rudaw
Top