• Sunday, 26 May 2024
logo

Li Qamişlo Festîvala Wêje û Hunera Jinê hat sazkirin

Li Qamişlo Festîvala Wêje û Hunera Jinê hat sazkirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, “5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê” ya derbarê helbest, huner û kelepor de birêve çû. Di Festivala Jinê de, helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Li Qamişlo, Komeleya Jinên Xwende û Desteya Rewşenbîrî û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Herêma Cezîrê birêve birin.

Di vê Festivalê de, jinên her sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan çalakiyên xwe yên cor bi cor di warên helbest, huner û kelepor de pêşkêş kirin.

Derbarê festîvalê de Endama Komîteya Amadekar Besme Îlyas got: “Festîval ji aliyê Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Cezîrê ligel Komeleya Jinên Xwende hatiye cîbicîkirin. Ev festîval helbest, îmzekirina pirtûkan, pêşangeha folklor, cilûbergên millî, karên destî, bo hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan lixwe digire.”

Di Festivala Jinê de, helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin, şêwekaran kevalên xwe pêşan dan û jinên çalakvan karên xwe yên destî pêşkêş kirin.

5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya li Qamişlo du rojan di çalakiyên xwe yên hemereng de berdewam kir, li dawî jinên beşdar û çalakvan ji aliyê serperiştyaran ve hatin xelatkirin.

Rudaw
Top